Bihayên zêde nahêle ku xelk bi dilê xwe amadekariya cejnê bikin

27-06-2023
Omer Sonmez
Li bazarên Stenbolê livûtevgerdariya cejnê kêm bûye
Li bazarên Stenbolê livûtevgerdariya cejnê kêm bûye
Nîşan Cejna Qurbanê Bazar Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Ber bi cejna Qurbanê ve her diçe nirxê lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî dadikeve û nirxê her dolarek digihîje bi 26 lîreyên Tirkî. Di rojên erefeya cejnê de li bazara Emînonu ya Stenbolê ew livûtevgerdariya berê ya cejnê êdî nemaye.

Di salên dawî de li Tirkiyê ji ber krîza aborî û enflasyona bilind cejn wek cejnên berê bi coş û xiroş nayên pêşwazî kirin. Esnaf û dikandarên Stenbolê ji ber kêmbûna misteriyan, welatî û mişteri jî  ji ber bihabûna zêde bi gilî û gazinc in. Ber bi cejna Qurbanê jî her diçe nirxê lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî dadikeve û ev yek jî dibe sedema bihabûnê.

Di rojên erefeya cejnê de li bazara Emînonu ya Stenbolê ew livûtevgerdariya berê ya cejnê êdî nemaye. Xelkê Stenbolê ji ber bihabûna zêde nikarin hewcedariyên xwe bi dilê xwe bistînin. Ji ber bihayê zêde yê bilêtên balafir û otobûsan jî xelk nikarin betlaneya xwe ya 9 rojan ya cejnê li derveyî Stenbolê bi malbata xwe re derbas bikin.

Mustafa û Buket Acar hevjînê hev in, ew ji bo amadekariya cejnê bikin berê xwe dane bazarê, lê ji ber bihabûna zêde ew nikarin hewcedariyên xwe bi dilê xwe bistînin û cejna xwe bi kêfxweşî derbas bikin.

Welatî Buket Acar dibêje: “Mesrefa me ya metbexê li gorî salên borî gelek giran bûye. Me berê şêranî, borek, goşt, birinc û xwarina nok çêdikir. Lê niha dema em nok çêdikin em hesabê grama goşt dikin ka çiqas bixinê. Yanê her diçe aborî xirab dibe.”

Welatî Mustafa Acar jî got: “Hesabê malê û bazarê jihevûdin nagre. Tişta herî piçûk jî, mesela me hinek îsot stand bi 50 lireyî bû. Yanê her tişt qat bi qat zêde bûye. Ji loma jî tu hesab hev  nagre. Yanê meriv hesabê 10 lire dike lê ew dibe 100 lire.”

Bihayê kelûpelên cejnê yên wek şekir, loqim, çîkolate û fêkiyên hişkkirî li gorî sala par ji sedî 100 zêdetir bilind bûye. Bihayê kîloya loqim ji 60 lîre, bihayê şekir jî ji 100 lireyê dest pê dike. Ji ber vê yekê her çend bazar bi serdana geştyarên biyanî qelebalix xuya bike jî kirîn û firotin ji salên borî kêmtir dibe.

Welatî Ayfer Temiz jî got: “Welle her tişt pir biha ye. Jixwe em merivên kirêcî ne. Beriya her tiştî divê pêşî li bihayê kirêya xaniyan bigrin. Ka em bi mûçeya malnişînê çawa debara xwe bikin? Em pê kirêya xwe bidin an em bikin mesref ji bo zarokan? Ka wê bihabûnê bidana rawestandin, çil ê hat?”

Welatî Zubeyir Akman jî diyar kir ku her nirxê tişt biha bûye û got: “Fiyeta her tiştî biha ye. Jixwe rabûna dolar bandorê li ser aboriya Tirkiyê dike. Niha ji ber cejnê jî bazar zêdetir serbest e û li gorî xwe bihayan tayin dikin.”

Li gorî saziya fermî ya Tirkiyê TUIKê di meha Gulanê de enflasyona salane daketiye ji sedî 39an, lê li gorî gruba serbixwe ya aborînasan ENAGê enflasyona rastîn ji sedî 109 e.

Li gorî Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê, enflasyona salane ya Stenbolê di meha Gulanê de gihiştiye ji sedî 56,05 an. Beşek xelkê Stenbolê didin zanîn ew ji ber bihabûnê nikarin betlaneya xwe ya 9 rojan li derveyî Stenbolê derbas bikin.

Di salên dawî de li Tirkiyê ji ber krîza aborî û enflasyona bilind cejn wek cejnên berê bi coş û xiroş nayên pêşwazî kirin. Esnaf û dikandarên Stenbolê ji ber kêmbûna misteriyan, welatî û mişteri jî tim ji ber bihabûna zêde bi gilî û gazinc in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst