Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nirxê genim û ceh hat diyarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Berhemên Axî (TMO) ya Tirkiyê ragiahand ku ew dê tonek genimê ard bi 9 hezar û 350 lîreyên Tirkî (361 dolar) û tonek ceh jî bi 7 hezar û 725 lîre (298 dolar) ji cotkarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bikire.
Ev demeke çavê cotkarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li benda nirxên îsal ên ceh û genim ên Saziya Berhemên Axî (TMO) bûn.
Saziya navborî roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023an ragihand ku ew dê di serdema îsal a çandiniyê (2023-2024) de tonek genimê nan an jî ard bi 9 hezar û 350 lîreyên Tirkî ku dike 361 dolar û tonek genimê meqerneyan jî bi 10 hezar û 200 lîreyên Tirkî ku dike 393 dolarên Amerîkî ji cotkarên Bakurê Kurdistan Tirkiyê bikire.
Saziya Berhemên Axî (TMO) nirxê her tonek ceh jî wek 7 hezar û 725 lîre diyar kiriye ku ew jî dike derdora 298 dolarên Amerîkî.
Ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bihayê sotemeniyê tenê di 3 heftiyên dawîn de zêdeyî ji sedî 23 bihabûye û ev jî sedema sereke ya zêdebûna xerciyên çandiniyê ye û cotkar van nirxên ku hatine ragihandin kêm dibînin û nerazî ne.