Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nirxê genim û ceh hat diyarkirin

27-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Nirxê Genim û Ceh Saziya Berhemên Axî TMO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Berhemên Axî (TMO) ya Tirkiyê  ragiahand ku ew dê tonek genimê ard bi 9 hezar û 350 lîreyên Tirkî (361 dolar) û tonek ceh jî bi 7 hezar û 725 lîre (298 dolar) ji cotkarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bikire.

Ev demeke çavê cotkarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li benda nirxên îsal ên ceh û genim ên Saziya Berhemên Axî (TMO) bûn.

Saziya navborî roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023an ragihand ku ew dê di serdema îsal a çandiniyê (2023-2024) de tonek genimê nan an jî ard  bi 9 hezar û 350 lîreyên Tirkî ku dike 361 dolar û tonek genimê meqerneyan jî bi 10 hezar û 200 lîreyên Tirkî ku dike 393 dolarên Amerîkî ji cotkarên Bakurê Kurdistan Tirkiyê bikire.

Saziya Berhemên Axî (TMO) nirxê her tonek ceh jî wek 7 hezar û 725 lîre diyar kiriye ku ew jî dike derdora 298 dolarên Amerîkî.

Ji ber daketina  nirxê lîreyê Tirkî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bihayê sotemeniyê tenê di 3 heftiyên dawîn de zêdeyî ji sedî 23 bihabûye û ev jî sedema sereke ya zêdebûna xerciyên çandiniyê ye û cotkar van nirxên ku hatine ragihandin kêm dibînin û nerazî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst