Kompanyaya Dana Gasê têkildarî êrîşên çend rojên dawî bo ser qada gazê ya Xor Morê daxuyaniyek weşand.
Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Dana Gas dibêje, di êrîşên mûşekî yên çend rojên bihorî de bo ser qada Xor Morê ti zirarên canî û maddî çê nebûne û berhemanîna gaza xwezayî li wê qadê berdewam e, lê tekez dike, projeya berfirehkirina qada gazê ya Xor Morê bi awayekî demkî hatiye rawestandin.
Qada gazê ya Xor Morê li navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê, di nava 4 rojan de sê caran rastî êrîşên mûşekî hat.
Kompanyaya Dana Gas a ku li qadê dixebite, îro Duşembê 27ê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: “Dana Gas radigihîne ku piştî bûyera roja 22ê Hezîranê, du mûşekên din di rojên Înê û Şembiyê li qada Xor Morê li Herêma Kurdistana Iraqê ketine xwarê.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di van êrîşan de ti kes birîndar nebûye, herwiha ti zirareke êrîşan jî nebûye. Çalakiyên taybet bi berhemanînê bi awayekî normal berdewam in.”
Dana Gas amaje bi rawestandina projeyeke xwe li qada gazê ya Xor Morê dike û dibêje: “Karkirina di projeya berfirehkirina Xor Mor KM 250 bi awayekê demkî hatiye rawestandin, di demekê de ku rewşa ewlehiyê tê tundkirin.”
Di beşeke daxuyaniya xwe de, kompanyaya Dana Gas dibêje: “Kompanya ji nêzîk ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nava hevahengiyê de ye ku tevî hikûmeta Iraqê piştgiriya xwe ya bihêz nîşan dane. Wek bersivekê li hember van êrîşan jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêkar wergirtine ji bo zêdekirina tedbîrên ewlehiyê li Xor Morê, ji wan jî anîna hêzên serbazî yên zêdetir e bo parastina kêlgeê û saziyan.”
Di çend rojên bihorî de çend êrîş bo ser qada gazê ya Xor Morê li nahyeya Qadir Kerem a ser bi qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ve hatin kirin.
Piştî êrîşan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya hêzên Pêşmerge, Asayiş, Komando, Dije Teror û Polîsê Petrol û Gazê li sînorê nahyeya Qadir Kerem û nêzîk qada Xor Morê bicih kir.
Hêzên Pêşmerge ji aliyê başûrê qada Xor Morê ve bi dûriya 20 kîlometran çeperên xwe çê kirine û wê qada stratejîk a gaza xwezayî diparêzin.
Her ji ber zêdebûna êrîşan, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tevî şandeke serbazî, îdarî serdana sînorê Çemçemalê û qada gazê ya Xor Morê kir û soz da ku ewlehiya karê kompanyayê û karmendên wê yên biyanî û navxwe jî bê parastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse