Siûdiyê û Koreya Başûr bi buhayê 8 milyar dolarî girêbest îmze kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Erebistana Siûdiyê û Koreya Başûr 12 girêbest bi buhayê 8 milyar dolaran îmze kirin.

 

Di dema serdana Cênşînê Şahê Siûdiyê, Şahzade Mihemed bin Selman bo Koreya Başûr û civîna wî li gel berpirsên wî wlatî, Kompaniya Niştimanî ya Siûdiyê ya Petrol û Gazê ku weke Aramco tê naskirin, 12 girêbestên mezin bi buhayê 8 milyar dolaran li gel kompaniyên Koreya Başûr îmze kir.

 

Mezintirîn girêbesta Aramco li gel sêyemîn parzûngeha mezin a Koreya Başûr bi buhayê 6 milyar dolarî ye ku jibo dirustkirina parzûngeheke petrokîmyayî li Siûdiyê ye.

 

Yek ji wan girêbestan jî ku her du welatan îmze kirine, girêbesta Aramco li gel kompaniya pîşasaziya giran a Hyundai a Koreya Başûr e ku di çarçoveya vê girêbestê de biryar e kargeheke mezin a vê kompaniyê li Siûdiyê were çêkirin.

 

Herwiha Hyundai û Aramcoyê li ser dirustkirina keştiyeke mezin a hevbeş jî  rêkevtine.

 

Piştî ku ji ber dorpêçan Amerîkayê hinardeya petrola Îranê bo Koreya Başûr bi temamî sekinî, Erebistana Siûdiyê biryar daye ku zêdetir petrolê bifiroşe Koreya Başûr.