Bihayê petrolê daket

Hewlêr (Rûdaw) - Vê sibê Pêncşemê bihayê petrolê hinekî ji bilindbûna xwe ya vê hefteyê ji dest da. Bazirganên petrolê bi hişyarî berê xwe didin civînên sibe yên Lûtkeya G-20 û herwiha civîna endamên OPECê di destpêka meha bê de.

 

Vê sibê behayê petrola Brent 44 sent daket û her bermîlek bi 66 dolar û 5 sentan danûsatndin pê hat kirin.

 

Herwiha petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 44 sent daket û her bermîlek bi 58 dolar û 97 sentan danûstandin pê hat kirin.

 

Bihayê petrolê roja Çarşemê bi rêjeya ji sedî 2 bilind bû bo asta herî bilind di vê mehê de.

 

Bazirganên petrolê ji wê yekê nîgeran in ku Amerîka û Çîn nikaribin di çarçoveya civînên Lûtkeya G-20 de pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin.