Turk-Iş: Li Tirkiye sînorê birçîbûnê 6 hezar û 17 lîre ye

27-05-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Şînorê Birçîbûnê Turk-Iş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê ( Turk-Iş) li Tirkiyê sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî gehiştiye 6  hezar û 17 lîreyên  û sînorê hejariyê jî 19  hezar û 602 lîreyên Tirkî ye.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê ( Turk-Iş) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Gulana 2022ê eşkere kir.

Li gor lêkolîna Turk-Işê ku bi armanca şert û mercên debara jiyanê ên karkeran diyar bike û bandora zêdebûna bihayê kelûpelên serekî ên jiyanê li ser malbata bê zanîn hatiyekirin di meha Gulana îsal de li Tirkiye sînorê birçîbûnê bo malbateke 4 kesî gehiştiye 6 hezar û 17 lîreyan ku di sala 2022ê de mûçeyê kêmane 4 hezar û 253 lîre ye û bi vî awayî sînorê birçîbûnê hezar û 764 lîre mûçeyê kêmane derbas kiriye.

Li gor amarên lêkolînê zêdebûna enflasyona xorakê jî mehane ji %13 û di salekê de jî ji %107 e. Herwiha di meha Gulanê de sînorê hejariyê jî derketiye 19 hezar û 602 lîreyan û xerciya mehane a yek karkerekî jî gehîştiye 7 hezar û 836 lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst