Banka Cîhanî 500 milyon dolar dide Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Cîhanî di çarçoveya projeyeke rûbrûbûna virûsa Coronayê de 500 milyon dolar wek kredî dide Tirkiye.

Li gor daxuyaniyeke Banka Cîhanî, Desteya Rêveberiya Îcrayê ya Banka Cîhanî di çarçoveya projeyeke rûbirûbûna virûsa Coronayê li Tirkiyê de dayîna 500 milyon dolar kredî bo wî welatî pesend kiriye.

Ev kredî bo 5 salan pereyê wê nayê dayîn û dana vî pereyî jî bo qewlê 10 sal û 5 mehan hatiye dabeşkirin.

Rêvebirê Banka Cîhanî yê Tirkiyê, Auguste Tano derbarê mijarê de ragihandiye li Tirkiye proseya vaksîna Coronayê bi awayek bilez û bi sekeftî hatiye birêvebirin û got “Banka Cîhanî bi vê projeye ku dê ji bo rizgarkirina jiyanên li Tirkiye sûdmend be, gelek kêfxweş e.”

Ev di demekê de ye ji destpêka belavbûna virûsa Coronayê ve heta îro 27ê Gulana 2022ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 14 milyon û 775 hezar û 634 kes bi virûsa Coronayê ketine û 97 hezar û 666 kesan jî bi wê virûsê canê xwe ji dest dane.