Romaniya li Kurdistanê kargehên çêkirina traktor û qumaş ava dike

27-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Silêmaniye (Rûdaw) – Balyozê Romaniya li Iraqê Yakob Barada diyar kir, Romaniya dê hinek kargeh li Herêma Kurdistanê ava bike.

Balyozê Romaniya li Iraqê Yakob Barada îro (27.05.2013) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê digel parêzgerê Silêmaniyê Behrûz Mihemed Salih re hevdîtin pêk anî.

Yakob Barada diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin û ji bo vê yekê jî dê çend kargehên cur bi cur li Kurdistanê ava bikin.

Barada da zanîn, niha jî hewl didin hinek karsazên herêmî bibînin ku bi wan re bibin şirîk û wiha axivî: “Kargehên ku em dixwazin ava bikin kargehên çêkirina traktorên çandiniyê, post û çêkirina qumş in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst