Li Rojava berhemên genim û ceh 2 milyon ton derbas dikin

Qamişlo (Rûdaw) - Cotkar û xwedî erdên çandiniyê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê dibêjin, ku ew dê berhemên xwe bifroşin Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê jî pêşbînî dike, ku berhemên genim û ceh ya parêzgeha Hesekê 2 milyon ton derbas bike.

 

Rêveberiya Çandiniyê ya Hikûmeta Sûriyê li Parêzgeha Hesekê ragihand, ku îsal ew erdê ku genim û ceh li parêzgeha Hesekê lê hatiye çandin, 910 hezar hektar derbas kiriye, û ji ber ku baraneke gelekî baş barî, tê pêşbînîkirin ku mûsima vê carê, milyonek û 150 Hezar ton ceh, û 850 hezar ton genim derbas bike.

 

Ji aliyê xwe ve jî, piraniya cotkar û xwedî erdên çandiniyê yên deverê didin xuyakirin, ku ew dê berhemên xwe bifroşin Rêveberiya Xweser, ji ber ku ew pereyan zûtir dide û bertîl jî nîne.

 

Cotkar Fesîh Hesen Osman ji Rûdawê re got: “Herêma derdora me bi giştî berhemên xwe didin Rêveberiya Xweser. Ew zûtir pereyên me didin. Herwiha nirxê ew didin jî baş e, heta em firoşin hikûmeta Sûriyê divê me bertilê bidin sê çar cihan, lê li ba rêveberiyê tiştek bi vî rengî nîne.”