Li Rojava berhemên genim û ceh 2 milyon ton derbas dikin

27-04-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Piraniya cotkarên Rojavayê Kurdistanê  berhemên xwe difiroşin Rêveberiya Xweser
Piraniya cotkarên Rojavayê Kurdistanê berhemên xwe difiroşin Rêveberiya Xweser
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Çandinî Genim Ceh Rûdawa Rojava
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Cotkar û xwedî erdên çandiniyê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê dibêjin, ku ew dê berhemên xwe bifroşin Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê jî pêşbînî dike, ku berhemên genim û ceh ya parêzgeha Hesekê 2 milyon ton derbas bike.

 

Rêveberiya Çandiniyê ya Hikûmeta Sûriyê li Parêzgeha Hesekê ragihand, ku îsal ew erdê ku genim û ceh li parêzgeha Hesekê lê hatiye çandin, 910 hezar hektar derbas kiriye, û ji ber ku baraneke gelekî baş barî, tê pêşbînîkirin ku mûsima vê carê, milyonek û 150 Hezar ton ceh, û 850 hezar ton genim derbas bike.

 

Ji aliyê xwe ve jî, piraniya cotkar û xwedî erdên çandiniyê yên deverê didin xuyakirin, ku ew dê berhemên xwe bifroşin Rêveberiya Xweser, ji ber ku ew pereyan zûtir dide û bertîl jî nîne.

 

Cotkar Fesîh Hesen Osman ji Rûdawê re got: “Herêma derdora me bi giştî berhemên xwe didin Rêveberiya Xweser. Ew zûtir pereyên me didin. Herwiha nirxê ew didin jî baş e, heta em firoşin hikûmeta Sûriyê divê me bertilê bidin sê çar cihan, lê li ba rêveberiyê tiştek bi vî rengî nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst