Li Colemêrgê welatî bi ga zeviyên xwe cot dikin

27-04-2016
Firat Kelehkî
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek deverên Kurdistanê bi taybetî cihên çiyayî, heta niha jî cotkar bi ga zeviyên xwe cot dikin. Yek ji wan navçeyan jî Çelêya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ye.

 

Ligel pêşketina teknolojiye û hebûna gelek amêrên kiştûkalî, li Çelê ser sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê hê ji amêrên qedîm ên kiştûkalî ji aliye cotkarên Kurd ve tên bikar anîn. Bi taybetê li cihên kaş û çiyayî.

 

Li Çelê cotkarên Kurd bi ked û zehmetiyeke zêde zeviyên xwe yên birinc bi ga û qantir û hespan cot dikin û li gor wan, bi vî awayî bereketa berhemê wan zêdetir e.

 

Mam Smaîl Ozerê 70 salî jî yek ji wan cotkara ye ku bi dilekî xweş karê xwe dike. Bi baweriya Mam Smaîl, bereketa cotkirina bi ga zêdetir e ji ya traktoran.

 

Mam Smaîl Ozer wiha dibêje: "Em zeviyên xwe yên birinc bi ga û qantiran cot dikin. Ji ber ku traktor nikarin bên van cihên wiha em ji amêrên qedim sûdê werdigirin. Di karê û barên kiştûkalî de girîngiyeke zêde ya ga, hesp û qantiran heye. Ez ji zaroktiya xwe ve bi ga cot dikim. Herwiha bereketa zeviyên me yên ku bi ga tên cotkirin jî zêdetir e."

 

Cotkarekî din jî behsa karê xwe yê kiştûkalî dike bê çawa bi ga cot dikin û dibêje ku evna kevneşopiyeke, lê hino hino êdî nema kes bi van amêrên qedîm kar dike û wî ji wiha got:

 

"Bira ev e kevneşopiyeke bav û bapîran e, evna heriya birinci ye, zemanê berê bi ga cot dihat kirin, lê vê gave êdî xelk ga bixwedan nake, bi traktoran karê xwe dikin, lê em bi ga dikin, karê ga zor e, evna ne karê traktorê ye û ji bo hatinê jî ya van çêtir e, ji ber zevî xweşik tê cot kirin, lê hêdî hêdî eve jî namîne, kes sûdê jê wernagire û em bi wan kar dikin."

 

Herçiqas bo cotkaran karekî zehmet be jî, lê ji ber rê naçin wan navçeyên ser sînor an jî ên çiyayî, neçar in ji bo debara jiyanê vî karê han bikin û dahatekê bidest bixin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst