Li Tirkiyê hejmara kesên deyndar 4 milyon derbas kir

27-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankeyên Tirkiyê Çileya 2022ê ji ber kerta krediyan 107 hezar kes û  ji ber krediyên şexsî jî 145 hezar kes bi giştî 222 hezar kesan deynên xwe nedane û ji ber vê yekê tên şopandin.

Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankeyên Tirkiyê derbarê deynên krediyan raportek belav kir.

Di raportê de amaje bi wê yekê tê kirin ku sala borî meha Çile hejmara kesên deyndar 73 hezar û 380 kes bûye û li gor meha Çileya sala borî 150 hezar kesên deyndar zêde bûne û bi giştî ev hejmar gehiştiye 4 milyon û 130 hezar û 354 kesan.

Li gor raportê di Çileya 2022ê de cara yekem 380 kesan kerta krediyê, 68 hezar kesan krediya pêwîstiyan û 9 hezar kesan jî krediya avahiyan bikar anîne.

Parlamentera Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Edenê Muzeyyen Şevkîn li Parlamentoya Tirkiyê derbarê pêşhatên dawî yên aboriya Tirkiyê, hejmara hejarên li wî welatî û welatiyên ku nikarin deynê xwe yên bankeyan bidin de, axivîbû û gotibû di navbera 1ê Çileya îsal û 18ê Adara îsal de hejmara hesabên ku ji ber nedana deynan ji aliyê bankeyan ve derbarê wan de karûbarên yasayî hatine destpêkirin milyonek û 263 hezar zêde bûne û hejmara giştî, gihiştiye 23 milyon û 524 hezaran. Herwiha deynê krediya welatiyan ku ji ber nedana di wextê xwe de bo îcrayê hatiye şandin jî 200 milyon zêde bûye û gihiştiye 27.6 milyar dolaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst