Encûmena bilind a petrol û gazê mijarên bûdce û petrola Kurdistanê gotûbêj dike

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Bilind a Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê dicive û çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye bi merc rojane 250 hezar bermîlên petrolê radestî Bexdayê bike.

 

Çavkaniyeke agahdar ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku encûmena bilind a petrol û gazê bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive û mijara bûdce, petrol û peywendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj dike.

 

Li gorî heman çavkaniyê, Herêma Kurdistanê bi çend mercan amade ye ku rojane 250 hezar bermîlên petrolê radestî hikûmeta Iraqê bike. ku mercên Herêma Kurdistanê jî ew in ku Bexda ji bilî dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, pabendî deynê kompaniyên petrolê û dabînkirina bûdceya bikarberan be.

 

Biryar e îro Encûmena bilind ya petrol û gaza Herêma Kurdistanê derbarê babeta dahat û xerciyên Herêma Kurdistanê bi serperiştya serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, civîna encûmena bilind ya petrol û gazê ya Herêma kurdistanê bi giştî wê derbarê du mijaran ye.

 

Di tewera yekem de wê raporek derbarê dahat û xerciyên Herêma Kurdistanê ji aliyê wezîrê darayî û abûrî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ve bê pêşkêşkirin.

 

Di tewera duyem de, raportek derbarê dahat û froştina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê wezîrê samanên siruştî Aştî Hewramî ve bê pêşkêşkirin. Herweha biryar e rêkeftina di navebra Hewlêr û Bexda de derbarê budce û mûçe û şandina petrola herêma Kurdistanê de bê gotûbêjkirin.