Mirovê herî dewlemend ê cîhanê kî ye?

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê grûpa kompanyayê Louis Vuitton Moet Hennessyê Bernard Arnault, Elon Musk li pey xwe hiş bû kesê herî dewlemend ê cîhanê.

Li gorî malpera kovara Forbesê, 23,6 milyar dolar li ser serweta Bernard Arnault zêde bûn serweta wî gihişt 207,8 milyar dolarî.

Elon Musk bi kompanyayên xwe Tesla û SpaceXê bi 204,5 milyar dolarî ket rêza duyemîn.

Li pey wan, demezrînerê Amazonê Jeff Bezos (179 milyar dolar), yek ji damezrînerê kompanyaya Oracleyê Larry Ellison (142,6 milyar dolar) û Serokê kompanyaya Metayê Mark Zuckerberg (138,8 milyar dolar) tên.

Di nava 10 dewlemendên Cîhanê de serokê Holdînga Berkshire Hathawayê Warren Buffett bi 125,9 milyar dolarî û demezrînerê Microsoftê Bill Gates jî bi 122,8 milyar dolarî cih digirin.