Bexdayê bi şirketa petrolê ya Çînê re peyman îmze kir

26-12-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Petrol Peyam Çîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku Iraqê li Bexdayê ji bo ku cihê neftê bê pêşxistin bi Çînê re peyman îmze kir.

 

Wezîrê Perolê yê Iraqê Cebar Lûaybî di civîna çapemeniyê ya li wezareta li Bexdayê de got: "Ji bo ku qenala petrolê ya li Bexdayê bê pêşxistin û rojane bikare 40 hezar bermîl petrolt bê hilberîn bi Şirketa Petrolê ya Junhuayê ya Çînê re ji bo 5 salan peyman îmze kir."


Cebar Lûaybî agahî da ku şirketa çînî di heman demê de li herêma ku petrolê lê ye dê cî û war jî ava bike û da zanîn ku digel vê dê heman şirket navenda tenduristiyê, dibistan û kreş jî li herêmê çêke.


Lûaybî got ku ji bo pêşxistina qenala petrolê ya navborî jî hêza kar dê ji sedî 50 ji Iraqê bê pêkanîn.


Iraq ku aboriya wê bi temamî li ser petrolê ye rojane bi qasî 4,5 milyon bermîl petrol dihilberîne û nêzî 3,5 milyon bermîlê we hinarde dike.


Nivîsîn: Aydin Bayram 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst