Li bazaran erzaniya ‘Îna Reş’

26-11-2021
RÛDAW
Di vê rojê de bazar erzaniyên mezin dikin
Di vê rojê de bazar erzaniyên mezin dikin
Nîşan Bazar Îna Reş Black Friday
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îna dawî ya Mijdarê li Amerîkayê û hejmareke welatên Ewropa bi Black Friday, wate Îna Reş tê nas kirin.  Bi wê boneyê jî bazarên welatan erzaniyeke mezin di nirxê kelûpelan de dikin.

Di vê rojê de bazar erzaniyên mezin dikin û bi hezaran kes bikom berê xwe didin supermarket û firoşgehan, ji bo ku bi helkefta nêzîkbûna serê salê kelûpelan bikirin.

Di firoşgeheke wek vê ya li Londoona Paytexta Brîtanya, di roja Îna Reş de hezar û 500 karmend ji bo bicihanîna daxwazên kiryaran, bi hev re kar dikin. ji xeynî wêya   hezar û 100 robot jî alîkariya wan dikin.

Alan Penhale, Rêveberê Zincîreya Dabînkar a Kompanyaya Bootis, diyar dike, “Em robotên alîkar bikar tînin, ku kelûpelan ji cihekî dibin cihekî din. Wate kelûpelan ji depoyan  dibin derve. Robot hemû karê veguhestinê dikin. Me hejmareke zêde ya robotan aniye, daku di dema qerebelixiyê de alîkariya me bikin.”

Roja Îna Reş wek derfetekê bo marketan tê hejmartin ji bo ku bikarin berhemên xwe yên kevin ên wek, televîzyon û telefonên bi modelên kevin, bi erzanî bifiroşin û wan bikin pere.

Clare Bailey, Pisporê Karûbarên Firotina Kelûpelên Marketan, dibêje, “Dikarin bi erzaniyeke mezin van berheman ji embar û firoşkaran dûr bixin, di demeke sinordarkirî de an  bi ofereke  sinordarkirî. Eger dem nemîne, erzanî jî namîne, lewra kiryar lezê dikin  bikirin jiber ku bo wan ev tiştekî mezin e.”

Hejmareke zêde ya firoşgeh û supermarketên welatên Rojhilata Naverast û Rohilata Asyayê jî bi Helkefta Îna Reş di kelûpelên xwe de erzanî kirine.

Sala derbasbûyî, ji ber qedexeya hatinûçûnê, bêhtira kiryaaran neçar man ku li ser înternetê kelûpelan bikirin. Bi awayekî li gor datayên Kompanyaya Edob a Amerîkî, tenê li Amerîkayê, di Roja Îna reş a wê salê de, kiryaran bi bihayê 9 milyar dolaran kelûpel li ser înternetê kirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst