Banka Navendî ya Tirkiyeyê careke din rêjeya faîzê bilind kir
Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê ji sedî 30an ji bo ji sedî 35an bilind kir.
Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro civiya û piştî civînê biryara xwe ya faîzê eşkere kir.
Piştî civîna Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê wekî ku aborînasan jî pêşbînî dikir rêjeya faîzê hat bilindkirin.
Rêjeya faîzê 500 pûan hat zêdekirin û ji sedî 30an ji bo ji sedî 33an hat bilindkirin.
Banka Navendî ya Tirkiyeyê herî dawî 23yê Sibata 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 9an ji bo ji sedî 8.5an kêm kiribû.
Piştî Hafize Gaye Erkan bû Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê êdî berê faîzê guherî piştî 27 mehan dest bi bilindkirina faîzê hat kirin.
Banka Navendî ya Tirkiyeyê, 21ê Îlona 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 25an ji bo ji sedî 30an bilind kir.
Roja 24ê Tebaxa 2023yan jî rêjeya faîzê ji sedî 17,5an ji bo ji sedî 25an bilind kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, wekî polîtîkaya aboriyê li dijî bilindkirina faîzê bû.
Piştî ku Mehmet Şîmşek bû Wezîrê Xezîne û Darayiyê razî bû ku rêjeya faîzê bê bilindkirin.