Kamu Îş: Sînorê hejariyê 43 hezar lîre derbas kir

26-10-2023
Nîşan Kamu Îş Sînorê Hejariyê Sînorê Birçîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Konfederasyona Kamu-Îşê ya Yekgirtî (BİSAM), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê hejariyê 43 hezar û 859 lîre ne.

BİSAMê da zanîn ku sînorê birçîbûnê jî 15 hezar û 420 lîre ne.

Divê were gotin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê kêmane 11 hezar û 402 lîre ne.

Konfederasyona Kamu-Îşê ya Yekgirtî, amarên sînorê birçîbûn û hejariyê yên Çiriya Pêşîna 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amarên Kamu-Îşê, sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî 15 hezar û 420 lîre û sînorê hejariyê yê malbateke 4 kesî 43 hezar û 859 lîre ne.

Sînorê hejariyê zêde bûye

Sînorê birçîbûnê di meha çiriya pêşînê de li gorî meha îlonê, bi qasî 878 lîreyan zêde bûye.

Sînorê hejariyê jî li gorî meha îlonê, bi qasî 2 hezar 208 lîreyan zêde bûye.

Ji aliyê din ve, sînorê birçîbûn û hejariyê li gorî sala par nêzîkî ji sedî 100 zêdetir bûye.

Li gorî amaran ji bo xerciyên cilûbergan ên malbateke 4 kesî mehane hezar û 413 lîre, ji bo xerciyên kirê 5 hezar û 500 lîre, ji bo xerciyên kelûpelên malê 3 hezar û 764 lîre pêwîst in.

Ji bo xerciyên tenduristiyê hezar û 209 lîre, ji bo xerciyên veguhastinê 9 hezar û 435 lîre, ji bo xerciyên telefon û înternetê hezar lîre, ji bo xerciyên geşt û gerê 920 lîre lazim in.

Herwiha ji bo xerciyên perwerdeyê 677 lîre, ji bo xerciyên otel û motelan 2 hezar û 916 lîre û ji bo xerciyên din jî hezar û 641 lîre pêwîst in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst