Xelkê Rojava ji tirsa talankirinê kelûpelên xwe bi erzanî difiroşin

Qamişlo (Rûdaw) – Xelkê bajarê Derbespiyê ji tirsa talankirin û dizîna kelûpel û malan xwe ji aliyê çekdarên ser opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve bi erzanî difiroşin.

Bazirgan û cotyarên Rojavayê Kurdistanê yên nêzîkî deverên şer, ji tirsa çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve kelûpelên xwe bi erzanî difiroşin.

Bazirganê bi navê Mihemed Îso dibêje: “Em îro kelûpelên xwe bi nîvê nirxê wan difiroşin. Barhilger jî li gor berê ji me du qat zêdetir pere werdigirin.  Mina pêştir 100 hezar bûn niha kirine 200 hezar. Ew jî dizanin em mecbûr bûne ku kelûpelên xwe ji destê xwe derxînin an jî veguhezin ciheke din. Eger mal û kelûpelên me li vê derê bimîne dê talan û wêran bikin. Emdikarin bibêjin niha li Rojava bazirganî nemaye û bandor li cotyaran jî dibe.”

Êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bandora xwe li ser aborî û bazirganiyê Rojava bûye.

Bazirganê bi navê Rostem Remo jî ku xwediyê kargeha alif e, dibêje: “Piştî vê rewşê min kargeha xwe vala kir. Min piraniya berhemên xwe firo bi nîvbiha firot û zerare min bû. Malbata min jî reviya. Pêştir me kîloya alif bi 70 lireyê Sûrî difirot, lê ji ber rewşa niha min 45 lireyên Sûrî firot.”