Tirkiye rê nade tovê genim bo Kurdistanê were hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Demsala çandina genim nêzîk bûye, ji ber dabînnekirina budceyê di dema xwe de ji bo kirîna tovê genim û ji ber rêgiriya Tirkiyê li hawirdekirinê, nirxê tov nêzîkî 100 hezar dînar (83 dolar) zêde bûye.

 

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê pêşbînî dike ku îsal cotkarên Herêma Kurdistanê zêdetirî 3 milyon donim erd bikin genim. Ji bo çandina vê rûberê jî pêwîstiya cotkaran bi 95 heta 100 hezar ton tov heye, lê belê li depoyên Wezareta Çandiniyê tenê 110 ton tov heye, lewma wezaret hewl dide 85 hezar ton tov bi rêya kompaniyan hawirde bike.

 

Rêveberê Berhemanîna Dexl û Dan û Pesendkirina Tov ê li Wezareta Çandiniyê Azad Dîbegeyî dibêje: “Pisporên keşnasiyê pêşbînî dikin ku îsal baran li gor salên berê zêdetir bibare, lewma eger heta navîna meha Kanûnê barana pêwîst bibare, em pêşbînî dikin ku îsal cotkarên me zêdetirî 3 milyon donim erd genim biçînin.”

 

Wezareta Çandiniyê salên derbasbûyî bi nirxê piştgirî tov ji bo cotkaran dabîn dikir, lê belê niha tenê 110 ton tov heye.

 

Azad Dîbegeyî dibêje: “Îsal jî ji ber tinebûna budceyê, em nikarin tov bi nirxê piştgirî ji bo cotkaran dabîn bikin, lewma ji bo pêkanîna pêwîstiya cotkaran û daxistina nirx, em hewl didin bi rêya kompaniyên bazirganiyê 85 hezar ton tov hawirde bikin, lê belê têbîniya Wezareta Bazirganî û Pîşesazî li ser vê hawirdekirinê heye, hêj li ser vê mijarê rizamendî nîşan nedaye.”

 

Li Başûrê Kurdistanê ji bo çandina genim dema herî baş 15ê Mijdarê ye, lê belê eger barana pêwîst nebare, eger heta nîvê yekem ê meha Kanûnê jî paş bikeve, bandor li ser kêmbûna berhemê nake.

 

Cotkarê ji Hewlêrê Ezîz Bêstaneyî her sal nêzîkî 100 donim erd genim diçîne, lê îsal ji ber bilindbûna nirxê tov, heta niha jî tov nekiriye. Ezîz Bêstaneyî dibêje: “Wezareta Çandinî bi hinceta tinebûna budceyê, çend sal in tov û peyîn dabeş nakin. Hinek bazirganan jî ev yek weke derfet dîtine û bazar qorix kirine. Bêyî ku guh bidin berîka cotkaran li gor dilê xwe nirx zêde dikin.”

 

Ezîz Bêstaneyî daxwaz dike ku ev qorixkarî nemîne û dibêje: “Divê hikûmet li şûna dana destûra hawirdekirina tov ji kompaniyan re, nirxê firotinê ji wan re diyar bike û sozname tije bikin û rê nede ku tovên bi navê cotkarên Kurdistanê tînin, ji cotkarên Ereb re bifiroşin.”

 

Xwediyê Kompaniya Rove ya Bazirganiya Giştî û Hawirdekirina Dexl û Dan Elî Elaf ku salane nêzîkî 10 hezar ton tovê genim ji Tirkiyê hawirde dike û ji cotkaran re difiroşe, diyar kir: “Bilindbûna nirxê genimê tov ji ber du sedeman e; sedema yekem, dema çandinê nêzîk bûye û daxwaz li ser kirîna tov zêde bûye û genim jî kêm bûye. Sedema duyem jî; ji ber ku Tirkiye tûşî qeyranê bûye, niha rê nade hinardekirina berhemên navxweyî yên weke ard, genim, garis, ceh û genimê tov.”

 

Elî Elaf her sal ji bo kirîna tov di mehên Tîrmeh û Tebaxê de amadekarî dike û li gel binkeyên lêkolîna çandiniyê yên li Tirkiyê peyman îmze dike. Ji bo îsal jî destûra hawirdekirina 12 hezar ton tov ji Tirkiyê wergirtiye, lê belê Tirkiye rê nade ku hawirde bike.

 

Elaf dibêje: “Min berî biryara qedexekirinê, nêzîkî 1900 ton tov hawirde kir, bû du hefte 44 barhilgirên min ên din ku nêzîkî 2200 ton bar kiriye, li aliyê sînorê Tirkiyê asê maye û Tirkiye rê nade ku ez bînim.”

 

Hikûmeta Iraqê îsal ji bo cotkarên xwe nêzîkî 140 hezar ton genimê tov hilaniye, wisa biryar e di destpêka meha bê de bi nirxê piştgirî ji cotkaran re bide.

 

Elî Elaf dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bû çend sal in ji ber qeyrana darayî nikare weke Iraqê genim bikire û bi nirxê piştgirî bide cotkaran, lewma ji bo dabînkirina beşek ji pêwîstiyan pişta xwe bi tovê Tirkiyê ve girêdide. Min serdana Wezîrê Çandinî yê Tirkiyê kir, min jê re got cotkarên Kurdistanê genimê we diçînin, rê bidin tovên ku berî qedexekirinê we destûr da min, bibim. Lê belê wî got genim li Tirkiyê buha bûye û em miletê xwe qurbana kesî nakin.”

 

Elaf pêşbînî dike ku li gel nêzîkbûna demsala çandinê, nirxê tov dê ji niha buhatir bibe û dibêje: “Eger baraneke baş li Kurdistanê bibare û Tirkiye li ser vê rêgiriyê berdewam bibe, nirxê tonek tov ku niha li gor cureya xwe 75 heta 100 hezar dînar (62 heta 83 dolar) zêde bûye, dibe ku 150 hezar dînarên din jî (125 dolar) bikeve ser.”

 

Rêveberê Giştî yê Bazirganî yê li Wezareta Pîşesazî û Bazirganî Newzad Edhem dibêje: “Hawirdekirina genim di bin kontrola Wezareta Bazirganî ya Iraqê de ye. Wan jî bi nivîsekê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê agahdar kirine ku ji bo parastina berhema navxweyî bi ti awayî rê nadin hawirdekirina genim, tenê tov dikarin hawirde bikin û ew jî li gor pêwîstiyê.”