Li Rojavayê Kurdistanê proje û stratejiya xwetêrbûnê: Êdî hewceyî derve nabin

10 demjimêr berê
RÛDAW
Kanalên avdaniyê tên çêkirine / Wêne:
Kanalên avdaniyê tên çêkirine / Wêne:
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Proje Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dixwaze bi rêya hinek projeyan êdî hewceyê derve nebe.

Li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser dixwaze bi rêya hin projeyên wekî çandin û pîşesazî pêwîstiyên xwe bi xwe pêk bîne û êdî muhtacî derve nebe.

Serokê Beşa Çaksaziyê yê Ofîsa Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Bozan got:

“4 tîm hatin avakirin”

“Me bi armanca xwetêrbûnê derbarê kar û xebatên Beşa Çaksaziyê ya Ofîsa Avdaniyê yên ji bo pêkanîna plana hilberînê ya 2024an, çar tîm ji bo çareserkirina kanalên avdaniyê amade kirine.

4 hezar û 500 metre bi çementoyeke stûr tê kiraskirin ku digihê zêdeyî 30 metre sêcayî.

Ev kanalên avdaniyê, li bakurê Reqayê 14 hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê av didin.”

“Zêdeyî hezar kargehan hatine avakirin”

Rêveberiya Xweser eşkere kir ku wan di navbera salên 2021 û 2024an de zêdeyî hezar kargehên biçûk û mezin û zêdeyî hezar û 500 çewlîgên mirîşkan û bi dehan çewlîgên sewaldariyê li her heft kantonên xwe ava kirine da ku stratejiya xwetêrbûnê pêk bînin.

Endamê Birêvebiriya Pîşesaziyê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Ziyad el-Halûd jî got:

“Gerên çavdêriyê tên kirin”

“Birêvebiriya Pîşesaziyê ya Desteya Aborî dixwaze xwetêrbûnê pêk bîne.

Ev jî bi rêya dabînkirina keresteyên hilberîna ji bo pîşesaziyên cihî, bi armanca başkirina rewşa aborî li bajar û gundewaran li gel piştevaniya pîşesazî dibe.

Ji aliyekî din ve tîmên me gerên çavdêriyê li gel zêdekirin, başkirin û pêşxistina hilberînê li ser kargehan didomînin da ku bi rênimayên standart pabend bibin.”

Berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin, ew dixwazin bi rêya stratejiya xwetêrbûnê sê armancên serekî li Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.

Ev jî kêmkirina hawirdekirinê, nehiştina bêkariyê, piştevanîkirina cotkaran ji bo dabînkirina berhemên çandiniyê û xwedîkirina sewalan bi armanca bipêşxistina hilberînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst