Li Deşta Mûşê berhevkirina gulberojkan dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, berhevkirina gulberojkan dest pê kir.

Dezgeha Çandiniyê ya Yildiz Alparslanê li ser 24 donim gulberoj çandin.

Endezyarê ziraetê Ahmet Gurkan Çelebî ji rojnamegeran re ragihand ku wan li ser 7 hezar doniman ji bo "dendikên çerez" gulberoj çandine.

Wan ji bo rûn jî li ser 17 hezar doniman gulberoj çandin. 

Ahmet Gurkan Çelebî diyar kir ku 9 makîneyên dirûnê dest bi dirûna gulberojkan kir û armanca wan ew e ku ji hilberîna gulberojkan nêzîkî 94 milyon lireyên Tirkî bi dest bixin.

Çelebî destnîşan kir ku ew îsal li benda 4 hezar û 400 ton rekolte ne û wiha dewam kir:

 "Em gulberojkan dişînin fabriqeyên rûn ên gelek bajaran. Piştî ku rûnê gulberojkan jê tê hildan, bermahî jî wekî kuspeyê ji bo ajelan tê bikaranîn.

Bermahiya gulberojkan ji aliyê proteînê ve dewlemend e û ji bo ajelan gelekî baş e."