Turk-Îş: Li Tirkiyê rêjeya hejariyê her ku diçe zêde dibe

26-09-2020
RÛDAW
Nîşan Turk-Îş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê rêjeya hejariyê her ku diçe zêde dibe û malbateke 4 kesî, eger mehane dahata wan 2 hezar û 448 lîre û 70 quruş be, ango 319 dolar bin, tê wateya ku di bin sînorê birçîbûnê de ye.

Rêveberiya Kar, Turk Îş ku saziyeke nîv fermî ye, nirxandinek ji bo rewşa aborî û debara jiyana xelkê kiriye, dibêje di şert û mercên niha de, eger dahata mehane ya malbateke 4 kesî, 2 hezar û 448 lîre û 70 quruş be, ango 319 dolar be, tê wê wateyê ku ew malbat di bin sînorê birçîbûnê de ye.

Dema ku dahata mehane ya malbateke 4 kesî 7 hezar û 973 lîre û 62 quruş be ango 1040 dolar, ew malbat di bin sînorê hejariyê de ye. Ev rêje li gorî sala berê hatine destnîşankirin.

Par sînorê hejariyê 7 hezar û 44 lîre û 62 quruş bû ku dike 919 dolar, herwiha sînorê birçîbûnê jî 2 hezar û 162 lîre û 70 quruş ango 282 dolar bû.

Her li gorî van amaran xerciyên mehekê yên gencekî 2 hezar û 938 lîre ne ku dike 384 dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst