KURDISTAN – Salane 500 milyon dolar mafûr û berrik tên hawirdekirin

26-09-2019
RÛDAW
Nîşan Mafûr Berrik Başûrê Kurdistanê Îran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Kurdistan û Iraqê, sala derbasbûyî ji Tirkiye, Îran û Çînê, bi giştî 778 milyon dolar mafûr û berrik hawirde kirine.

Li gor amarên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, par Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji welatên Tirkiye, Îran û Çînê, 778 milyon dolar mafûr û berrik hawirde kirine.

Li gor wan amaran, Tirkiye bi 550 milyon dolaran di rêza yekem de, Îran bi 217 milyon dolaran di rêza duyem û Çîn jî bi 11 milyonan di rêza sêyem de tên ku Kurdistan û Iraqê mafûr û berrik jê hawirde kirine.

Bazirganekî ji Silêmaniyê, Îrfan Mihemed Xefûr ji Rûdawê re ragihand, “Li gor par, li Herêma Kurdistanê firotina mafûr û berrikan ji sedî 15 zêde bûye. Sedema vê yekê jî başbûna rewşa aboriyê ye.”

Derdora 215 kargeh ku 15 ji van mezin in, karûbarên hawirdekirina mafûr û berrikan pêk tînin.

Bazirgan Xefûr dibêje, “Bi giştî karsazên me salene tenê ji Tirkiyê, 5 hezar barhilgir mafûr û berrikan tînin Herêma Kurdistanê. Her barhilgirek ji wan xwediyê kapasîteya rakirina 13 hezar metre bar e. Her veguhastinek jî li gel barên xwe, xwediyê lêçûneke di navbera 40 heta 80 hezar dolaran de ye.”

Ew bazirganê Kurd dibêje, li gor Tirkiyê, hawirdekirina mafûran ji Îranê kêmtir e û li ser sedema vê yekê jî dibêje, “Lêçûnên mafûrên Îranê gelek zêdetir e. Bo nimûne, bihayê metreyek mafûrê di navbera Tirkiye û Îranê de 3 heta 5 dolaran cudahî heye. Metreyeke mafûra Îranê derdora 21 dolaran e.”

Xefûr diyar dike ku kêmbûna nirxê tumenê Îranî piştî sizayên Amerîkayê jî, bûye sedem ku eleqeya bo mafûrên Îranê zêde bibe û radigihîne, “Bo nimûne, bi rêya dikanên me rojane 500 mafûr tên firotin. Lêbelê salên bihûrî, rojane ev rêje 150 mafûr bû.”

Bazirganê ji Hewlêrê, Senger Eskender jî aşkere dike, “Mafûrên dîrokî yên destçêkirî di destê beşek ji bazirganan de hene. Nirxê wan di navbera 5 hezar heta 20 hezar dolaran e. Bazara mafûran a Kurdistanê jî ji sedî 95 ji mafûrên ku ji Tirkiyê tên hawirdekirin, pêk tê. Bihayê wan jî li gor mafûrên Îranê erzantir e.”

Bacên gumrikê zêde bûne

Bazirganê bi navê Dilşad Hacî jî dibêje, salane 150 barhilgir mafûr û berrikan ji Tirkiyê, hawirde dike û diyar dike, “Salên derbasbûyî, bo her barhilgirekê me 100 dolar baca gumrikê dida. Niha bo heman tiştan, em 2 hezar û 200 dolar bacê didin û tînin. Herwiha jibilî krîza darayî, li gor berê, bazirganiya bi senedan gelek kêm tê kirin.”

Rêveberê Kompaniya Fomiksê Kemal Heme Salih jî dibêje, “Rojane em 5 hezar metreyan hildiberînin û ji sedî 60ê wê hilberînê jî hinardeyî parêzgehên cuda yên Iraqê dikin. Lêbelê ji ber danîna baceke zêde li ser berhemên Îran û Tirkiyê, bo serê metreyekê 10 cent qezenca me heye. Ev yek jî têrî nake û dibe di heyamên pêş de em beşa xwe ya hilberînê bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst