Şîrketa Ericsson li Herêma Kurdistanê xetek înternetê ava dike

Hewlêr (Rûdaw) – Şîrketa elektronîk a navdar Sony Ericsson bi şirîkatiya şîrketa tishknet li Herêma Kurdistanê xetek înternetê ya bi navê “LTE-TDD” ava dikin.

Li gorî nûçeya malpera AME.info, şîrketên Sony Ericsson û tisknet li ser avakirina xetek nû ya înternetê li Herêma Kurdistanê rêkeftin îmaze kirin.

Li gorî wê rêkeftinê, şîrketa Ericsson dê teknolojiya herî pêşketî ya bi navê LTE û xizmetguzariya hişmend a bi navê SSR300 bîne Herêma Kurdistanê.

Rêveberê cîbicîkarê tishknetê Firyad Elî diyar kir ku şîrketa wan ji sala 2011 ve heta niha li seranserê Iraqê di warê teknolojiya têlêkomînîkasyonê de pêşeng in û da zanîn, teknolojiya nû ya LTE dê înternetek bilez li Kurdistanê pêşkêşî welatiyan bike.

Hat zanîn, li gorî plana Ericsson û tishknet, ew şîrket dixwazin tora LTE li seranserê Iraqê ava bikin.

Berpirsê karûbarên bakûrê rojhilata navîn ê şîrketa Ericsson Tariq Seidî diyar kir ku ji ber ku tora înternetê ya LTE torek serkeftî ye ji ber wê dê vê sîstemê li Herêma Kurdistanê jî ava bikin û evê jî bibe sedema livîna aborî ya Kurdistanê.