Amerîka û Ewropayê li ser rakirina baca gumrikê li hev kirin
Navenda Nûçeyan - Amerîka û Ewropa li ser rakirina baca gumrikî ji bo sarkirina ew şerê bazirganî ku di navbera wan de dirust bûye li hev kirin.
Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker ji bo çaresekirina pirsgirêka aborî ya di navbera Amerîka û Ewropayê de çareser bike hevdîtinek bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêk anî.
Di dema civîna serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker de behsa ragirtina hemû bacên gumrikî hat kirin û li ser çareserkirina kêşeyên bazirganî li hev kirin.
Jean-Claude Juncker ragihand ku, wan li gel Serokê Amerîka rûpleke nû di derbarê peywendiyên bazirganî de vekirin.
Herwiha herdu alî li ser vê yekê rêkeftin ku Yekîtiya Ewropayê baca gumrikî li ser alavên pîşesazî û çandinî kêm bike.
Ji aliyê din ve Trump jî ragihand ku herdu alî li ser rakirina bacên gumrikî û herwiha nehêştina piştevaniyên darayî bo kompaniyên xwe kar dikin.