Li Semsûr jin ji kundiran berheman çêdikin û di debara malê de dibin alîkar

26-06-2019
RÛDAW
Nîşan Semsûr Kundir Debar Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Semsûra Bakurê Kurdistanê jin hem ji kundirê avê amûran çêdikin û tevlî jiyana civakî dibin hem jî tevkariyê didin aboriya malbatên xwe.

 

Jinên tevlî kursa kundirê avê ya li Navenda Jin û Ciwaniyê dibin ji kundirê avê amûrên xemilandinê çêdikin û dixin lambe, avîze, zembîl û xwelîdangan.

 

 

Jinên ku tevlî kursê bûne, kundirê avê dixemilînin û dema xwe bi ber û bereket derbas dikin, amûrên difroşin û pê pere qezenc dikin.

 

Berpirsa kursê Derya Turgut diyar kir ku jinên diçin kursê ji kundirê avê yên li bajêr derdikevin hin amûran çêdikin û wan dixemilînin û hunerekî dikin.

 

Derya Turgut destnîşan kir ku jin ji kundirê avê lambe, avîze, zembîl û xwelîdangan kulîlkan çêdikin û wiha pê de çû: "Berhemên gelekî eleqeyê dibînin. Jinên li vê derê hem amûran çêdikin hem jî bi amûrên difroşin tevkariyê didin malbatên xwe. Dema xwe baş derbas dikin. Li şûna li malê rûdinin, tên vê derê ji xwe re kar fêr dibin."

 

 

Bedriye Ozel a kursiyer a dayika 2 zarokan diyar kir ku berî 3 sal berê mêrê wê miriye û wiha axivî: "Li ser pêşniyara hevalekî xwe ez hatim kursê. Amûrên ku li vê derê çêdikim difroşim û pê debara mala xwe dikim. Ji ber vê jî kêfxweş im."

 

Kordînatora Navenda Jin û Ciwaniyê Yasemîn Delîbaş jî got ku bi kursên pîşeyê yên vedikin perwerdeyê didin jinan û wan fêrî kar dikin.

 

 

Delibaş destnîşan kir ku jin amûrên ku çêdikin difroşin û tevkariyê didin debara mala xwe û wiha pê de çû: "Li şûnaî li malê rûdinin, tên vê derê tevlî kursan dibin ji xwe ra kar fêr dibin, tevlî civakê dibin û debara malên xwe dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst