Cotkarên Amûdê ji nirxê genim ne razî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Cotkarên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe li ser nirxê genim nîşan da.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bihayê kirîna genimê ji cotkaran destnîşan kir.

Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser li ser kirîna genim daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî biryara ku îro hatiye derxistin, nirxê her kîloyeke genim wekî 31 sentî hatiye destnîşankirin.

Coktkarên navçeya Amûdê nerazîbûna xwe li beramberî nîşankirina nirxê genim nîşan da.

Cotkaran, xwest ku nirxê genim bê zêdekirin.

Cotkar dibêjin kirîna kîloyek genim bi 31 sentan pir erzan e û têra mesrefê wan nake.