Ji ber bihabûnê kirîna otomobîlan dibe xewn û xeyal

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê êdî bes ne ji bo kesên hêjar û kêm dahat ji bo kesên rewşa wan a aboriyê baş e jî standina otomobîla zehmet dibe.

Li Tirkiyê di encama krîza aborî û enflasyona zêde de bihayê otomobîlan her diçe giran dibe. Di demên dawî de ji ber ku lireyê Tirkî li beramberî Dolar û Euro nirxê xwe ji dest da, hin markayên cîhanî bihayê otomobîlên xwe yên sifir heta ji sedî 10 zêde kirine.

Nûnerên sektora otomobilê jî didin zanîn, ew li bendê ne ku heta dawiya salê ji sedî 20-25 bihayê otomobilan giran bibe û wê ev yek bandorê bide ser otomobîlên ne sifir jî. Esnafên otomobîlan ji tunebûna mişterîyan, mişterî jî ji bihayên ji pîvanê dûr bi gilî û gazinc in. Li Tirkiyê êdî bes ne ji bo kesên hêjar û kêm dahat ji bo kesên rewşa wan a aboriyê baş e jî standina wesaîtan zehmettir dibe.

Tunahan Kanci yek ji wan kesan e. Ew bixwe mitehîdekî Stenbolî ye û ji bo ku ji xwe re otomobileke bistîne, ji ber ku li gorî Stenbolê hinekê erzan e berê xwe daye bazara otomotivê a Otonomiya Enqereyê. Lê ew bi bihayên zêde zêde yê otomîbalan şaş û metal maye.

Tunahan dibêje, ev otomobîla ku sala borî bihayê wê derdora 500-600 hezar lireyê Tirkî ye, niha bi bazareke dûvdirêj bi 1 milyon û 450 hezar lireyê Tirkî standiye.

Mitehît Tunahan Kanci got: “Ev markaya BMVê ya modela 2015an e. Niha li piyasayê bihayê vê otomobilê derdora 1 milyon û 500 hezar lîreyê Tirkî ye. Min otomobîla xwe bi 450 hezar firot, pere xist serê û ev otomobilê stand. Sala borî bihayê vê otomobilê 500-600 hezar lire bû. Yanê îsal bihayê wê milyonek zêde bûye. Her diçe standina otomobîlan dibe luksek."

Nûnerên sektora otomobilê didin zanîn ji ber enflasyona zêde û ji ber ku lireyê Tirkî di nava 20 rojên dawî de li beramberî Dolar û Euro ji sedî 8 nirxê xwe ji dest da, hin markayên cîhanî yên wek; Renault, Fiat, Nissan û Honda bihayê otomobîlên xwe yên sifir heta ji sedî 10 zêde kirine.

Xwediyê Oto Galeriyê Yusuf Efe jî got: “Îhtimal e ku buhayê otomobîlan zêdetir bibe. Lê kiryar, mişterî nîne. Yanê wek berê êdî piyasayeke zindî tune ye. Jixwe bihayê sotemenîyê jî zêde ye. Li gor sala borî biha ji sedî 100 zêde bûye. Niha li dewsa 5 wesaitan êdî em ancax 2 wesaît dikarin deynin ber derî."

Mişterî Furkan jî dibêje: “Di 2-3 salên dawîn de bihayê otomobîlan 3-4 qatan zêdetir bûye. Bihayê vê otomobilê berê 60 hezar lire bû, niha bûye 300 hezar lire."

Xwediyê galeriyên otomobîlan li bendê ne ku heta dawiya salê ji sedî 20-25 bihayê otomobilan giran bibe.  Ev yek dê bandorê bide ser otomobîlên ne sifir jî. Esnafên otomobîlan ji tunebûna mişterîyan, mişterî jî ji bihayên fahîş û ji pîvanê dûr bi gilî û gazinc in.

Xwediyê Oto Galeriyê Murat Akin jî dibêje: “Otomobîl pir biha ye. Mişterî tune ye. Piyasaya me têk çû. Êdî em hew dikarin kar bikin.”

Li gorî saziya amaran a TUIKê, li Tirkiyê 25 milyon û 594 hezar û 663 wesaît hene û jê 13 milyon û 882 hezar û 587 otomobîl in. Li Tirkiye û bakur, serê otomobilekê 6 kes dikeve, li gorî bajêran jî Enqere bi 3,4 kesî di rêza ewil de, Colemêrg jî bi 126 kesan di rêza dawî de cih digre.