Li Tirkiyê bihayê gaza xwezayî dîsan hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê gaza xwezayî bi qasî 37 quruşan hat zêdekirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdekirina bihayê kel û pel, gaza xwezayî, elektrîk û benzînê berdewam e. Bihayê gaza xwezayî bi qasî 37 quruş hat zêdekirin.

Piştî zêdekirina bihayan, dê lîtreya gaza xwezayî li Stenbolê bi 11 lîre û 61 quruşan, li Îzmîrê bi 11 lîre 55 quruşan û li Enqerê bi 11 lîre 85 quruşan bê firotin.

Li Tirkiyê bihayê gaza xwezayî mehane tê nûjenkirin.