Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirêya xaniyan tê sînordarkirin

26-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kirêya xaniyan ku di demên dawî de gelekî zêde bûye ji aliyê hikûmetê ve tê sînordarkirin.

Li Tirkiyê ji ber enflasyona bilind û hejmareke zêde ya koçberan, kirêya xaniyan gelekî bilind bûye û xanî jî peyda nabin. Hikûmet dixwaze destwerdanê di kirêya xaniyan de bike û çar wezaretên Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkê civiyan.

Wezereta Guherîna Keşûhewa, Bajarvanî û Jîngehê, Wezareta Xezînê, Wezareta Dadê û Wezareta Bazirganiyê derbarê zêdekirina rêjeya kirê û xalên kirêkirinê de civiyan.

Wezîrê Guherîna Keşûhewa, Bajarvanî û Jîngehê ya Tirkiyê Murat Kurum derbarê mijarê de ragihandiye ew bihayên xanî û kirêyan ku bi pêvajoya Coronayê re zêde bûne ji nêzîk ve dişopînin.

Murat Kurum got: “Em dê derbarê bihayên kirêyan de heta 10 rojan xebata xwe temam bikin û bi xelkê xwe re parve bikin. Em ne xwediyê xanî û ne jî kirêçî mexdûr nakin. Em nahêlin welatiyên me li hember enflasyonê mexdûr bibin. Li gor yasayê nabe rêjeya kirê ji ya enflasyonê zêdetir bê bilindkirin.”

Kurum herwiha dibêje, ew nahêlin kesek rewşa heyî wek derfet bikar bîne. Kurum got: “Li vê derê hinek kes rewşê wek derfet bikar tînin û kirêyan ji rêjeya wê zêdetir bilind dikin. Derbarê vê yekê de wezaretên me pêvajoya hiqûqî dişopînin. Di demeke herî kurt de dê xebata me temam bibe. Em bihayên gelek zêde yek bi yek dişopînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst