Li Rojavayê Kurdistanê benzîn buha bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê nirxê benzînê biha bûye û xelkê wê ji bihabûna benzînê dilgiran e û dixwaze ku Rêveberiya Xweser bazara benzînê kontrol bikin.

Li benzînxaneyên Rojavayê Kurdistanê 3 cureyên benzînê hene weke benzîna sûper, bi 210 lîreyên sûrî tê firotin. Benzîna normal heye, xwecihî ye lître bi 100 lîreyan tê firotin, curekê din ku ji Başûrê Kurdistanê diçe Rojavayê Kurdistanê û li wir bi ya mumtaz tê naskirin bi 1000 lîreyên sûrî tê kirrîn.

Rojane pêwîstiya Qamişlo bi 21 hezar lîtreyên benzîna mumtaz heye, berî 6 mehan bi 360 lîreyan bû niha bi 1000 lîreyane.

Ev 40 sal in Lorens Hesen li ser taksiyê kar dike û benzîna herî baş li bazarê bi kar tîne. Niha ji ber bihabûna benzînê ew jî bêgav maye ku heqê geşt û çûnûhatinên xwe bilindtir bike.

Şofêrê taksiyê Lorens Hesen dibêje: “Ez benzîna mumtaz bi kar tînim, lîtreyek bûye bi 1000 lîrê sûrî. Beriya niha erzantir bû,  lê ez neçar im wê bi kar bînim da ku otombîla min têk neçe.”

Rêveberê Benzînxaneya Siyahî Hozan Merî jî dibêje: “Me berî benzîna mumtaz bi 600 lîreyan dida, lê niha nemaye, tenê li Rêveberiyê difiroşin. Ew dibêjin dolar biha bûye û nikarin daxin bazarê da ku ji wisa girantir nefiroşin xelkê."

12 benzînxane li Qamişlo hene, benzîna ji Başûrê Kurdistanê tê hawrdekirin bi tenê li yek benzînxaneyê tê firotin û yên din a sûper û normal difroşin û ti guhertin bi ser nirxê ya wan de nehatiye.