Cejna Remezanê tê lê xelk di bin barê bihabûnê de diçeme

26-03-2025
Abdulselam Akinci
Bazara li navçeya Rezanê ya Amedê / Wêne û dîmen: Rûdaw
Bazara li navçeya Rezanê ya Amedê / Wêne û dîmen: Rûdaw
Nîşan Cejna Remezanê Amed Bihabûn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji Cejna Remezanê re hindik ma û sûk û bazar jî qelebalix bûne lê ji ber bihabûna hemû tiştan û nebûna derfetan, xelk nikare bi dilê xwe pêdiviyên xwe bistîne.

Di şertên aboriya îsal de, ji bo stendinê hemû hewcehiyan gelek kes neçar dimîne û dikeve bin deynan.

Lewra hêza kirînê ya rêjeyeke zêde ya xelkê nîne ku bêyî deyn, di carekê de cil û berg, şekir, loqim, çîkolat, goşt, fêkî û sebze û şîraniyê ji bo cejnê bistînin.

Li navçeya Rêzan a Amedê bazara ku dengê firoşkaran lê olan dide yek ji bazarên herî qelebalix ên Amedê ye ku xelk ji bo pêwîstiyên cejnê berê xwe didinê.

Lê bihabûna pêdiviyan û nebûna hêza stendinê wisa kiriye ku, xelk şekir bistînin ji cil û bergan dimînin, cil û bergan bistînin ji goşt û pêdiviyên din dimînin.

Heke çavên xwe reş bikin û hemûyan bistînin, vê carê jî deyndar dimînin.

“Ez dê bi 14 hezar çi bikim"

Niştecihê Amedê Maas Almaz got, "Min ji neviyên xwe re tiştek nestandiye, ez dê bi destê vala vegerim herim malê.

Jixwe tenê miaşê min heye, ka ez dê pê eydê bikim, ez dê pê cilan bistînim, ez dê çi bikim pê.

Ez dê bi 14 hezar û 300 lîreyan karibim çi bikim."

“Jiyan zehmet bûye”

Xelkê Amedê Mehmet Bay jî got:

"Solên min ên du berê ne, pantorê min ê sala çûyî ye. Ev yek jî yê îsal e, ew jî yekî avêtibû, hema got 400 lîre ye, min ji xwe re stand.

Ev jî bi 50 lîreyî min sala çûyî standibû. Wer hasilî kelam, jiyan zor e û zehmet bûye.”

“Ev sê sal in min goştê sor nekiriye”

Keseke bi navê Adalet Aslan jî got, "Em dê xoşafê çêkin, em dê birinc û goştê mirîşkê çêkin.

Goştê sor biha ye, min nikaribû bistînim. Welleh ev sê sal in min goştê ji qesap nekiriye.

Bi ti awayî sê sal in me goştê sor nexwariye. Heke ji cejna Qurbanê heta Qurbaneke din goştê sor bidin me, em dixwîn an me goştê sor nexwariye.”

Kesekî din jî da zanîn ku pereyên wî tune bû ew destvala vegeriya û got:

“Perê me tune, me bûk xwestiye em nikarin zêr bistînin, biha ne. Her tişt biha ye.

Ez hatim cil bistînim, me nîvî kirî nîvî nekirî em vedigerin.”

“Bi Quran 3-4 sal in min ji xwe re tiştek nestandiye”

Songul Çobana xelka Amedê jî got:

"Biha ye, nayê kirin welleh, dinya xira bûye, ka em çi bikin. Em hatibûn çilan ji zarokan re bistînin.

Pênc zarok hene, min ji her yekî re qezax û pantorek stand, ew jî yên herî erzan min standin.

Min ji bo xwe tiştek nestand. Bi Quran min ji bo xwe sê çar sal in tiştek nestandiye.

Ez wiha her bi vî halî bi van cilên xwe me."

Rewşa firoşkaran jî hema wekê rewşa bikiran e, ji ber ku xelk nikare bi dilê xwe danûstendinê bike, firotin jî bi dilê wan nabe.

Her ji ber vê yekê ew jî ji tehma şekirî ya cejna Remezanê bi dilê xwe sûd nagirin.

Dikandar Rêber Gundem jî got, "Par kîloyek şekir 100-120 lîre bû, îsal bûye 150-180-200 lîre. Millet nikare bistîne."

Esnafê bi navê Mehmet Aygun jî got, “Sûda eydê ji me re tune. Çimkî îş nabe."

“Ji sedî 30 karê me ketiye”

Dikandar Yusuf Karayilan jî got, "Ji ber hêza xelkê ya stendinê tune ye, di navbera sala borî û îsal de herî kêm ji sedî 30 karê me ketiye. Jiyan giran bûye."

Bi şertê ku yên herî erzan bin, şekir û çîkolat, cil û bergên ji bo du zarokan, goşt û fêkî û sebze jî di tev de, ji bo malbateke çar endam herî kêm divê 10 hezar lîre, ango 260 dolarê Amerîkî were xerckirin da ku pêdiviyên cejnê werin stendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst