Herêma Kurdistanê: Me 11 milyon bermîl petrol radestî Bexdayê kir lê me yek dînar wernegirtiye

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Hinartina Sotemeniyê Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan 11 milyon bermîl petrola Herêma Kurdistanê radestî Bexdayê kir lê li beramberî wê yek dînar jî wernegirtiye.

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, bi minasebeta salvegera rawestandina petrola Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand:

"Salek di ser ragirtina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya bêndera Ceyhanê re derbas bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmete Federal a Îraqê di Nîsana 2023yan de ji bo destpêkirina hinartina petrol Herêma Kurdistanê li hev kir.

Lê belê li gel wê lihevkirinê jî hinartina petrolê dest pê nekir û ji ber xalên dadperwer ên yasayî yên budceyê, pêvajo aloztir bûye.”

“Pîşesaziya Petrola Îraqê bi milyar dolaran hatiye avakirin”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Pîşesaziya petrolê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê veberhênanên biyanî bêyî xerckirina yek dînarî ji bûdceya welat hatiye avakirin lê belê li gorî yasaya bûdceyê ya Îraqî wekî pîşesaziya petrol a Îraqê tê dîtin.

Pîşesaziya Petrola Îraqê li ser budceya giştî bi milyar dolaran hatiye avakirin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê jî de Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ragihand ew pereyê ku ji bo berhemanîn û veguhastina petrola Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin, li gorî nirxê rast ê berhemanîn û veguhestina petrola Herêma Kurdistanê nagunce.

 Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê behsa hewla niyetpaqijiya Hikûmeta Herêma Kurdistan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî kir û ragihand:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca niyetpakiyê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan heta niha zêdetir ji 11 milyon bermîl petrol radestî Hikûmeta Federal kiriye lê belê di beramberî wê de dînarek wernegirtiye ji bo bikaribe mafên darayî yên kompanyayên biyanî yên petrolê bide.”

“Biryara rawestandina petolê, Herêma Kurdistanê xistiye nav krîza aborî”

Li gorî daxuyaniyê petrola Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê petrola giştî ya Îraqê pêk tine û dahata wê tenê beşek ji mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê ye li budceya giştî ya Îraqê. 

Her ji ber ragirtina hinartina petrolê, Herêma Kurdistanê ketiye nav krîzeke aborî ya tund ku ji ber wê dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye paşxistin.

Pêştir bi pereyê petrolê mûçeyên fermanberan bêyî paşxistinê dihat dayîn.

Derbarê çareserkirina pirsgirêkan jî Wezareta Çavkaniyên Siruştî got:

"Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lihevkirinekê hewl dan ku petrol were hinartin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê bi wê armancê û çareseriya wan astengiyên li pêşiya hinartina petrola Herêma Kurdistanê, hatin erkdarkirin.”

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

APIKURê jî roja 23yê Adarê 2024ê raporek li ser ziyan û gotûbêjên li ser rawestandin û hinartina petrola Herêma Kurdistanê belav kir.

APIKURê di rapora xwe de ragihand ku rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê 11 milyar dolar zerer gihandiye Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst