Dendikên mişmişên Meletiyê bo welatên Ewropa tên hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê ragihand ku di sala 2021ê de li seranserê parêzgehê bi bihayê 17 milyon û 321 hezar dolar dendikên mişmişan bo welatên derve hatine hinardekirin û got “Mişmiş bi her halê xwe di hinardeyê de deriyekî serekî yê dahatê ye.”

Parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê li ser asta Tirkiyê di warê berhemanîna mişmişan de di rêza yekem de û li ser asta cîhanê jî di rêza 6emîn de cih digire. Mişmişên Meletiyê bo gelek welatên cîhanê tên hinardekirin. Bê guman ne tenê qeysî herwiha dendikên mişmişan jî tên hinardekirin û di nav dahatên serekî yên wê parêzgehê de cihekî girîng digire.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Ramazan Ozcan amaje bi wê yekê da ku tevî virûsa Coronayê jî di sala 2021ê de parêzgeha Meletiyê ji dendikên mişmişan dahateke baş bidest xistiye. Ozcan diyar kir ku li Meletiyê di sala 2021ê de bi bihayê 17 milyon û 321 hezar dolar  dendikên mişmişan hatine hinardekirin û got “Armanca me ew e ku em dahata parêzgeha xwe bighînin asta herî jor.”

Ramazan Ozcan destnîşan kir ku ji ber bihabûna nirxê behîvan xelk berê xwe didin dendikên mişmişan û da zanîn ku ew dendikên mişmişan hinardeyî gelek welatên Ewropayê dikin. Ev di demekê de ye Meletiyê sala 2021ê bi 347.9 milyon dolar mişmiş jî hinardeyî welatên cîhanê kiribûn.