Hoşyar Ebdullah: Mafê Kurdan di yasaya budceyê de hate bicihkirin

26-01-2019
RÛDAW
Mijara budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, girêka navbera Hewlêr û Bexdayê bû
Mijara budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, girêka navbera Hewlêr û Bexdayê bû
Nîşan Hoşyar Ebdullah Kurd Budce Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bû pênc sal, hikûmeta federalî ya Iraqê pişka Herêma Kurdistanê ji budceya salane birriye û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê naşîne, lewma mijara budce û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, girêka navbera Hewlêr û Bexdayê bû.

 

Roja 23ê vê mehê, Parlementoya Iraqê civiya û dengdana li ser projeyasaya budceya sala 2019an a Iraqê encam da. Li gor vê yasayê jî hikûmeta Iraqê mehane 522 milyar dînar dê bişîne Herêma Kurdistanê.

 

Endamê Lijneya Darayî ya Parlementoya Iraqê Hoşyar Ebdullah ragihand ku pişk û mafê Kurdan ne tenê di maddeya 10ê de hatiye bicihkirin, herwiha di çendîn birge û maddeyan de mafê xelk û parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye bicihkirin û yasaya budceyê di meha Çileyê de tê cîbicîkirin.

 

Li ser mekanîzmaya firotina petrolê li hember şandina pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de, Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku li gor yasayê, hikûmeta federalî pabendî şandina pişka Herêma Kurdistanê dibe, herwiha divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser mijara petrolê li hev bikin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mûçeya mehane ya fermanberên hikûmetê yên Herêma Kurdistanê bêyî paşekeft, mehane pêwîstiya wê bi 860 milyar dînar heye.

 

Niha Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ji dahata petrolê, mehane bi qasî 370 milyar dînar dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberan, lewma bi şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federalî ve, beşeke mezin ji pirsgirêkên mûçewergirên Kurdistanê çareser dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst