Helwêsta fraksiyonên Kurdistanî li ser reşnivîsa budceya 2021

25-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal li ser reşnivîsa dawî ya budceya sala 2021ê lihev kirin, tişta mayî jî li Parlemantoya Iraqê tê gotûbêjkirin û dengdan li ser tê kirin.

Fraksiyonên Kurdistanî li Parlemantoya Iraqê dilgiranin daku birrge û madde yên peywendîdar bi Herêma Kurdistanê li Parlmantoyê deng li ser neyê dan, ev yek di demekê de ye ku derbarê yasaya kurtanîna darayî ezmûneke erênî ya wan ligel fraksiyonên din heye, ku şandina şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê mercdar kirine.

Dana Ceza, endamê Fraksiyona PDKê li Parlmantoya Iraqê dibêje, projeyasaya budceyê ya sala 2021 bûye mijareke siyasî û divê bi awayekê siyasî jî bê çareserkirin.

Wek ku di reşnivîsa belavkirî de hatiye, beşê sêyem ê projeyasaya budceya 2021ê, pişka Herêma Kurdistanê li ser bingeha hijmara akinciyan tê diyarkirin.

Maddeya 11 ya projeyasayê jî behsa hûrbîniyê di şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di salên borî de dike. Herwiha divê Herêma Kurdistanê şayisteyên darayî yên Pêşmerge di çarçoveya pişka Herêma Kurdistanê ji budce bide.

Behar Mehmûd, endama Fraksiyona Goranê li parlemantoya Iraqê da xuyakirin, ji ber di sala 2021 de hilbijartin tê lidarxistin, fraksyonên Şîe dixwazin vê mijarê weke kartekê bi kar bînin, çimku tiştek din di destê wan de tune ye.

Rêkeftin piştî wê yekê hat, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî serdana Bexdayê kir û ligel aliyên peywendîdar çend civîn kir.

Vê şandê di civînên xwe de tekezî li ser wê yekê kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanca wê rêkbikeve û amade ye pabndiyên xwe cîbicî bike.

Endama Fraksiyona YNKê li parlemantoya Iraqê, Elmas Fazil jî dibêje, ew hewl didin mûçeyê fermanberan nebe mijareke siyasî.

Pişka Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 12.67 ji budceya giştî ya 2021ê ya Iraqê hatiye danîn, di demekê de li gor amarên wezareta plandanînê ya Iraqê rêjeya akinciyên Herêma Kurdistanê ji sedî 14 hatiye diyarkirin.

Di pêngava dawî de jî , Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê ligel beşekî serok fraksyonên parlemantoyê civiya.

Welîd Ebdulhesen Cifît, Serokê Komîteya Xizmetguzarî û Avedankirinê li parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand, ku “Kazimî derbarê derbaskirina reşnivîsa yasaya budceyê û astengiyên aborî ji hikûmtê re axivî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst