Hewlêr (Rûdaw) - Bîrên petrolê yên li Rojavayê Kurdistanê, ji bo gihiştina Kurdan bo xweseriyekê li Sûriyê, weke kartekî stratejîk e di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de.
Ekrem Hesenê Qamişloyî, ku li bîrên petrolê yên li bajarê Dêrezorê ku dikeve rojavayê Sûriyê, kar dike, dibêje di serdema Beşar Esed de ew dahata ku ji bîrên petrol ên li Dêrezorê dihat bidestxistin, jibilî Esed sûd jê nedigihişt ti kesî û bi van gotinan behsa wê serdemê dike:
“Bîrên petrolê yên li Dêrezorê demekê xaleke navendî ya kompaniyên navdewletî bûn. Dahata ku ji bîrên petrolê dihat bidestxistin, diçû bo xezîneya hikûmeta Sûriyê lê ti hemwelatiyekî Sûriyê ji wê dahatê sûdek wernedigirt.”
Ew bîrên petrolê yên li Dêrezorê niha di bin kontrola HSDê û serbazên Amerîkî yên hevalbendên wê de ye.
Tê diyarkirin dahata ji wan bîrên petrolê dema ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de bûn, yekser diçû bo hesabên rêveberiya Esed.
Ekrem Hesen ji CNBCyê re diyar kiriye, “Xelkê Sûriyê sûdek ji dahata wan bîrên petrolê wernedigirt. Dahata ji wê derê dihat bidestxistin, yekser diçû bo berîka rejîmê.”
Aliyekî balkêş jî ew e ku piraniya berpirsên pilebilind ên li wan bîrên petrolê li Dêrezorê kar dikirin, ji bajarê Lazqiyê bûn ku Beşar Esed li wî bajarî jidayîk bûye û herî zêde serweriya wî li ser wê deverê heye.
Hesen dibêje wê serdema hikûmeta Sûriyê de, kesên hevbajariyên Esed ji wî re digotin, ‘petrola Erebî ya Ereban e’ û dibêje wî qet hizir nedinekir ku di rastiyê de jî wisa be.
Piştî bi salan, bi destpêkirina serhildanê û paşê jî şerê navxwe li Sûriyê, qadên li wî welatî bûn deverên şer. Bîrên petrolê yên li wê navçeyê, bo heyama 3 salan çavkaniya darayî ya DAIŞê dabîn dikirin. Li gor raporteke wê kenala Amerîkî, DAIŞê rojane 30 ta 40 hezar bermîl petrol berhem dianî û ji vê jî 2 heta 3 milyon dolar dahat bidest dixist û ew li xezîneya xwe zêde dikir.
Aboriya Sûriyê ji ber şerê navxwe yê ku berî 8 salan dest pê kir û heta niha jî dewam dike, hilweşiyaye. Welatên mezin ên cîhan û navçeyê ku xwedî aboriyeke bihêz in, wisa xuya dike rê nadin aboriya Sûriyê careke din bê avedankirin.
Li gor raporta Factbook a CIAya îstîxbareta Amerîkayê, di heyama 8 salên derbasbûyî de berhemanîna xwemalî ya Sûriyê ji sedî 70 kêm bû, rêjeya bêkariyê ji sedî 50 derbas kir. Budceya salane ya Sûriyê 2010an nêzikî 16 milyar dolar bû û 2017an de bo 1.16 milyar dolaran daket.
Bîrên petrolê yên li navçeyê niha di bin kontorola HSDê de ne û dahata wan bîrên petrolê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin. Berî êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ji sedî 30ê axa Sûriyê di destê HSDê de bû.
Hêzên Sûriya Demokratîk ku sala 2015an hat avakirin, sala 2017an bîrên petrolê yên di destê DAIŞê de li rojavayê Sûriyê, kontrol kir. Beşek ji dahata bîrên petrolê bo şer û xizmetgûzariyên Rêveberiya Xweser û beşa din jî mûçeyên fermanberan tên texankirin.
Bîrên petrolê yên di destê hikûmeta Sûriyê de
Şarezayê karûbarên aboriyê li Sûriyê, Kerem Şener ji heman kenalê Amerîkî re ragihandiye, “Eger em li gor standardên navdewletî binirxînin, berhemanîna petrolê ya Sûriyê kêm e, lê eger em rewşa aborî ya vî welatî li ber çavan bigirin, bi qasî ku biçûk e, gelek girîng e jî.”
Li Sûriyê berî destpêkirina krîzê, rêjeya petrola xav a ku li navçeyên li rojavayê welat dihat bidestxistin, rojane 375 bermîl bû û niha ew rêje daketiye bo rojane 10 bermîlan.
Li gor Kerem Şaarê ku eslê xwe ji Helebê ye, li wan navçeyên li jêr destê Esed de rojane pêdivî bi 60 bermîl petrolê heye. Ji sedî 95ê wê petrola pêwîst ji aliyê Îranê ve dihat dabînkirin.
Ji ber sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê di van heyamên dawîn de, rêveberiya Tehranê bo hikûmeta Sûriyê ya hevalbenda xwe li gor berê nikare petrolê dabîn bike.
Lêkolîner û şarezayên Sûriyê, tekez dikin ku ne pêkan e bi wê budceya di destê rejîma Sûriyê de ew welat bê avedankirin û geşepêdan tê de pêk were. Taybet jî ji bo zêdekirina asta berhemanîna petrola rojane, pêwîstî bi nûjenkirina sîstem û bîrên petrolê heye ku ev yek jî dê demeke dirêj bigire.
Şerê li Sûriyê jêrxaneya berhemanîna petrolê li wî welatî hilweşand. Ji ber nebûna sermiyana pêwîst di destê aliyên li Sûriyê serwer de, sektora petrolê bi ti awayî ji nû ve nehat geşkirin. Ji ber şerê navxwe li Sûriyê gelek navçeyên cuda û rêveberî çêbûne û her yek ji wan xwediyê aboriya xwe ya serbixwe ne. Ev rewş jî li ber hinardekirina petrola amade li nav wî welatî astengeke mezin e.
Yucîno Dakîrma ku li navendeke siyaset û lêkolînan a li Îtalyayê weke şarezayê karûbarên Rojhilata Navîn kar dike, ji CNBCyê re diyar kiriye, “Rejîma Sûriyê di destê wê de petrol hebe an nebe, nekariye ti caran ji bo pêşxistin û geşepêdana welat çavkaniyên pêwîst bikar bîne. Tenê ji bo ew ên ku li saziyên dewletê kar dikin, dibe sûd ji dahata petrolê wergire. Di vê rewşê de helbet divê mûçeyên wan dabîn bike ku mil bi milê rejîmê şer kirine bo ew di pêşerojê de berê xwe li rejîmê venegerînin.”
Rojavaya di bin sîbera peywendiyên HSD û Amerîkayê de!
Hebûna Amerîkayê li navçeyê, qada tevgerê ya rejîma Sûriyê û Rûsyayê li wê herêmê gelek asteng dike. Koşka Spî berî niha du caran biryar da bo vekişandina serbazên Amerîkî ji herêmên li jêr destê HSDê, lê piştre aşkere kir ku ew dê serbazên xwe li wan navçeyan bihêlin.
Biryarên rêveberiya Amerîkayê derbarê vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê, hem li gel Rêveberiya Xweser û hem jî li gel welatên Ewropayê bêbaweriyek pêk aniye. Piştî ku rêveberiya Amerîkayê meha Cotmehê aşkere kir ku ew dê ji Rojava vekişin, HSDê ji Washingtonê daxwaz kir ku serbazên Amerîkî li navçeyê bimînin heta ku li gel Esed an jî Rûsan digihijin rêkevtinekê.
Michael O'Hanlon ku li Enstîtuya Lêkolînan a Brookîngsê kar dike, dibêje tenê di warê aborî de serweriyeke Amerîkayê li ser Esed heye.
Petrol ji bo encamdana rêkevtinekê kartekî girîng e ku niha di destê HSDê de ye û lewma di pêşerojê de li hemberî rêkevtineke li ser dabeşkirina petrolê, dibe ku rêveberiya Rojavayê Kurdistanê daxwaza xweseriyekê ji rejîmê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse