Li Enqerê pêşangeha berhemên cotkarên Kurd birêve diçe

25-10-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Di mehên payîzê de cotkar û ajaldarên Kurd hewl didin berhemên xwe bikin pere
Di mehên payîzê de cotkar û ajaldarên Kurd hewl didin berhemên xwe bikin pere
Nîşan Enqere Pêşangeh Cotkarên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Enqerê sê bajarên Bakurê Kurdistanê Qers, Erdexan û Îdîrê festîvalek encam dan. Di festîvalê de cotkarên Kurd hewl dan ku berhemên xwe bifiroşin, lê li aliyekî korona li aliyê din bilindbûna bihayê mazot û gellek kelûpelên din bûye sedem ku cotkarên nekarin berhemên xwe bi başî bifroşin.

Ligel mehên payîzê cotkar û ajeldarên Kurd ji Bakurê Kurdistanê berê xwe didin bajarên mezin ên Tirkiyê ji bo ku ew berhemên xwe bikin pere. Bajarên Îdîr, Qers û Agirî yên herêma Serheda Bakurê Kurdistanê li Enqerê festîvaleke hevbeş encam dan, lê berpirsên jorên bajar û navçeyên Serhedê gilî û gazindeya wê yeke dikin ku qazancê cotkaran kêm bûye.

Serokê Jûra Zîraat ya Qersê Adem Ertaş dibêje: “Berê dema me festîvalên bajarên xwe Erdexan, Qers û İdîrê dikir derdora 500 heta 600 hezar kesan seredana festîvâlê dikir. Lê niha ji ber nexweşiya coronayê hatine xelkî kêm bûye ew jî bûye sedem ku dahat û qazanca cotkaran jî kêm bibe.”

Serokê Jûra Zîraat ya Zarûşadê Omer Erkaya jî got: “Bihayê mazotê ji ber bilindbûna bihayê dolarî zêde dibe. Di heman demê de zibil jî giran e. Bi rastî parekî baş nagihe destê cotkaran.”

Serheda Bakurê Kurdistanê ji ber keşûhewayê xwe yê paqij, war û zozanên xwe yên bilind bûye cihê xwedîkirina hejmareke zêde ya mer û malatî û ew jî dibe sedem ku bi dehan  berhemên wê deverê yên weke penîr, mast û hingiv navdar bibin.

Cotkar  Mehmet Karlioglu jî got: “Em hewl didin ku berhemekê baş hebe, şîrê ku em bikar tînin  gellek baş e. lê her tişt bihaye û em gellek caran çi qazancî nakin.”

Her çende festîval a bajarên Serhedê be jî lê belê cotkar Ebdurehman Çelebioglu jî rêya 1400 kîlometeyan ji Colemergê çûye Enqerê ku bikare berhemê xwe bike pere.

Cotkar Ebdurehman Çelebîoglu dibêje: “Ji ber ku gul û giyayên aliyê me gellek ciwan in, hingivê me jî gellek baş e. Lê kêmasî ew e ku xelk hingivê me baş nas nake. Em hez dikin ku berhemê xwe bidin nasandin.”

Festîvalên bajarên bakurê kurdistanê zêdetir bi şerpereştîya jorên bazirganî, rêveberiyên çand û hûnerî û şaredariyan tên encam dan lê zêdetirî du sal bûn ku ji ber koronayê hemû çalakiyên bi vî rengî hatibûn rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst