OPEC: Di 2050î de pêdiviya cîhanê ya bi petrolê dê zêdetir bibe

Duh li 07:25
Nîşan OPEC Petrol 2050 Enerjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çendik û çend sal in ku Rêxistina OPECê (Rêxistina Welatên Hinardekar ên Neftê) bi amadekirina rapora 'Asoya Petrola Cîhanê ji bo 2050î' daketiye.

Rapora OPECê nexşeya guherînên di sektora petrol û enerjiyê de heta sala 2050î radixe ber çavan. Di heman demê de, rapor diyar dike ku bazara neftê çawa sal li pey salê heta wê çaxê dê rastî guherînan were.

Rapor nîşan dide ku di sala 2050î de pêdiviya cîhanê dê bi çend bermîlên neftê hebe û wê salê çi qas petrol dê bê hilberîn.

Li gorî wê raporê, her çiqasî welatên cîhanê piştî pejirandina Peymana Jîngehê ya Parîsê ya 2015an di çend salên borî de hewl da ku ji çavkaniyên enerjiyê yên kevneşopî wekî neft û gazê dûr bikevin jî lê berovajî vê yekê Rêxistina OPECê dibêje "Rewş wiha lê nayê wek ku welat xewnê pê dibînin, li şûnê, di 2050î de neft û gaz dê bêtir pêwîst bibin."

XALÊN HERÎ GIRÎNG ÊN RAPORA OPECÊ

Hejmara şêniyên cîhanê

Hejmara şêniyên cîhanê ji nêzîkî 8 milyar kesên niha, dê di 2050î de bilind bibe û bigihîje 9,7 milyar kesan. Hejmara hêza kar ku kesên 16-64 salî wê pêk tînin, dê di 2050î de 870 milyon kes lê zêde bibin û veguhere 6 milyar kesan.

Geşbûna Aborî ya Cîhanê

Di navbera 2023 û 2050î de, aboriya cîhanê dê salane bi navînî bi rêjeya ji sedî 2,9 geş bibe. Mezinahiya aboriya cîhanê ku di sala 2023yan de 165 trîlyon dolar bû, dê di sala 2050î de du caran bilindtir bibe û bigihîje nêzî 358 trîlyon dolaran.

Siyasetên enerjiyê

Tevî ku 28emîn Konferansa Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) ku li Îmaratê hat lidarxistin jî destkefteke mezin e ji ber ku welat han dan ku ber bi kêmkirina gazên ziyandar ve herin lê dibe ku ev kêmkirin bibin sedema jidestdana ewlehiya enerjiyê ya welatan.

Guherînên teknolojîk

Bipêşketinên teknolojîk bandorê li bazara enerjiyê dikin. Her çiqasî pişka tirimbêlên elektrîkî û rêjeya bikaranîna wan di 2050î de dê zêde bibe lê tirimbêlên ku bi benzîn û mazotê kar dikin dê hîn jî di 2050î de rêjeya herî zêde ya tirimbêlên li ser rê û kolanan pêk bînin.

Li gorî rapora Rêxistina OPECê, xerabiya tora elektrîkê, kêmbûna hilberîna bataryayên otomobîlan û kêmbûna metalên pêwîst dikare keleman li ber geşbûna otomobîlên elektrîkî çêbike.

Daxwaza li ser enerjiyê

Daxwaza bikaranîna rojane ya enerjiyê ji 301 milyon hevtayê bermîlên petrolê di sala 2023yan de, dê bilind bibe û bibe 374 milyon hevtayê bermîlên petrolê di sala 2050î de. Li gorî vê yekê dê di vê heyamê de bi rêjeya ji sedî 24 zêde bibe.

Guherînên daxwaza li ser celebên enerjiyê

Ji xeynî komirê, dê daxwaziya ji bo bikaranîna hemî cûreyên enerjiya kevneşopî di 2050î de zêde bibe. Zêdebûna herî mezin a daxwazê jî li enerjiyên nûbûyî vedigere ango enerjiya ba û rojê.

Daxwaza bikaranîna enerjiya ba û tavê ji rojane 9,6 milyon hevtayê bermîlên petrolê di 2023yan de, dê bilind bibe û bibe 52,4 milyon hevtayê bermîlên petrolê di 2050î de.

Her çiqasî enerjiya ku bi rêya ba û rojê tê hilberandin, bi kîlowat, megawat, terawat û yekîneyên din ên elektrîkê tê pîvandin lê bi merema sadekirin û nirxandina wê ligel çavkaniyên kevneşopî yên dabînkirina enerjiyê mîna nefta xam, rêjeya enerjiya ku ji ba û rojê tê hilberandin, bi bermîleke neftê re hatiye hevtakirin û tibaba enerjiyê bûye hevtayê bermîla petrolê. Ji hêla zanistî ve, bermîleke neftê bi 1700 kWh elektrîkê hevta ye/wekhev e.

Piştî enerjiyên nûbûyî, zêdebûna herî mezin a xwestekê dê di gaza xwezayî de çêbibe. Daxwaza bikaranîna gaza xwezayî heta 2050î, dê bi mîqdara 20,5 milyon hevtayê bermîlên neftê bilind bibe.

Daxwaza bikaranîna nefta xav heta 2050î, dê bi tibaba 16,7 milyon hevtayê bermîlên petrolê bilind bibe. Berovajî çavkaniyên jorîn, daxwaza bikaranîna gelek çavkaniyên din ên enerjiyê dê kêm dibe.

Daxwaza bikaranîna enerjiya atomî dê li navbera 2023-2050î bi tibaba 9,6 milyon hevtayê bermîlên neftê kêm bibe. Daxwaza ji bo bikaranîna sotemeniyê (biomass) dê rojane bi tibaba 8,2 milyon hevtayên bermîlên neftê kêm bibe.

Heta sala 2050î, daxwaza ji bo hîdroenerjîyê (elektrîka bendavan) dê rojane bi tibaba 4 milyon hevtayê bermîlên petrolê dakeve. Kêmbûna herî mezin a daxwazê dê li ser komirê çêbibe, ew jî bi tibaba 29 milyon hevtayê bermîlên petrolê di rojekê de.

Zêdebûna pişka gaz û petrolê

Pişka gaz û petrolê di dabînkirina enerjiya cîhanê di 2050î de bi hev re dê bilind bibe û bibe ji sedî 53. Para herî zêde jî li nefta xav vedigere ku ji sedî 29 e. Di 2050î de, jêderên dabînkirina enerjiya cîhanê dê biguherin.

Para gaz û neftê di dabînkirina enerjiya cîhanê de, ji hilberîna elektrîkê bigire heya veguhastin, germkirin û sarkirinê, dê bêtir bilind bibe. Berovajî geşbîniya ku têkildarî pêşketina bilez a jêderên enerjiyên nûbûyî heye, bi awayekî ku şûna gaz û neftê bigirin, rapora OPECê eşkere dike ku dê ev yek çênebe.

Di sala 2050î de, para çavkaniyên enerjiyê di dabînkirina enerjiya pêdivî ya cîhanê de dê wiha be:

Petrol: Ji sedî 29,3

Komir: Ji sedî 13,1

Gaz: Ji sedî 24

Enerjiya atomî: Ji sedî 6,5

Bendav: Ji sedî 3,1

Enerjiya Biomass: Ji sedî 10,4

Cûreyên din ên enerjiyên nûbûyî: Ji sedî 14

Daxwaza li ser nefta xav

Sala 2023yan, daxwaza ji bo nefta xav li cîhanê rojane ji 102,2 milyon bermîlan bilind bû û bû 120,1 milyon bermîl. Li vê gorê jî, li gorî 2023, di 2050î de dê pêdiviya cîhanê bi 17,9 milyon bermîlên petrolê yên bêtir hebe.

Daxwaza li ser petrolê li gorî sektoran

Bilindbûna herî zêde ya xwestekê heta 2050î li ser nefta xav dê di her sê sektorên petrokîmyayî, veguhastina bejayî û veguhastina esmanî de pêk were.

Zêdebûna xwestekê di her yekê ji van sektoran de yek li pey yekê bi vî awayî ye, bi tibaba rojane zêde dibe: 4,9 milyon bermîl, 4,6 milyon bermîl û 4,2 milyon bermîl.

Di sektora veguhastina bejayî de heta dawiya vê dehsaliya vêga, ango heta dawiya sala 2029an, xwesteka bikaranîna neftê di wê sektorê de dê heta nêzî 50 milyon bermîlan di rojekê de bilind bibe lê ji sala 2030î ve heta 2050î xwestek di sektora veguhastina bejayî de ew qasî bilind nabe û aram dimîne, bi sedema zêdebûna tirimbêlên elektrîkî.

Hejmara otomobîlan di 2023yan de, 1,7 milyar otomobîl bû lê di 2050î de ew hejmar dê bilind bibe û bibe 2,9 milyar otomobîl.

Tevî ku para otomobîlên elektrîkî dê heta sala 2050î bilind bibe lê hîn jî di 2050î de ji sedî 70yê otomobîlên li ser cade û rêyan dê otomobîlên benzîn û gazê bin.

Nîşandana petrolê

Nîşandana petrolê ji aliyê Amerîka, Brezîlya û Kanadayê ve ku sê welatên li derveyî Hevpeymaniya OPEC Plusê ne, dê ji 51,7 milyon bermîlên di sala 2023yan de bilind bibe û bibe 57,3 mîlyon bermîl di 2050î de.

Nîşandana neftê ji aliyê hilberînerên petrolê yên OPEC Plusê ve ji 50,3 milyon bermîl di rojê de li sala 2023, bilind dibe û dibe 62,9 milyon bermîlan di sala 2050î de.

Veberhênana di petrolê de

Ji bo ku welatên petrolî karibin li gorî asta bilindbûna xwesteka bikaranîna neftê di 2050î de bin, divê bi hev re 17,4 trîlyon dolaran di sektora petrolê de hilberînin.

Ev dike 640 milyar dolarên hilberîna ku divê her sal bê kirin. Ev dê beşa herî zêde ya hilberîna di sektora serdest a neftê de be ku di (zeviyên petrolê) de bê kirin û tiştê bimîne divê di sektora petrolê ya navîn û jêrîn de ku pergala boriyan û parzûngehan e, were kirin.

Bazirganiya bi petrolê

Qebareya bazirganiya navdewletî ya neft û gaza kondensatê ku nefteke pir sivik e, ji ber bilindbûna daxwazê, bilind dibe. Bazirganiya navçeyî û navdewletî ya petrolê û kondensatê ji 36,5 milyon bermîlan di rojekê de li 2023, dê di 2050î de bilind bibe ji bo rojane 46,2 milyon bermîlên petrolê.

Tê pêşbînîkirin ku pişka welatên Rojhilata Navîn li bazara petrolê di 2050î de, heta ji sedî 58ê tevahiya bazarê bilind bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst