Tirkiye gaza LNG bêtir ji Amerîkayê dikire

Hewlêr (Rûdaw) - Hawirdekirina gaza şilkirî ya “LNG” a Amerîkayê ji aliyê Tirkiyê ve, di çend salên borî de bi rêjeyeke berçav zêde bûye û berpirsên amerîkî dibêjin ku hawirdekirina “LNG” ji Amerîkayê ji aliyê Tirkiyê ve  dibe sedema bilindbûna qebareya pevguherîna bazirganî di navbera Amerîka û Tirkiyê de.

Di dema 34emîn konferansa tirkî-amerîkî de ku bi rêya online hate sazkirin, Wezîrê Bazirganiya Amerîka Wilbur Ross ragihand, “Belavbûna vîrûsa korona ziyaneke mezin gihand aboriya Amerîka û Tirkiyê. Tevî vê jî, Amerîka pabendî bilindkirina pevguherîna bazirganî bi Tirkiyê re ye.”

Meha şeşan a sala 2019an, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump armanca bazirganî di navbera herdu welatan de ji 75 milyar dolaran bo 100 milyar dolaran bilind kirin.

Hejmara kompaniyên tirkî li Amerîkayê ber bi zêdebûnê ve diçe.

Wezîrê Bazirganiya Amerîkayê aşkere kir, 1700 kompaniyên tirkî li Amerîkayê kar dikin û liq û şaxên mezin ên 60 ji wan kompaniyan li Amerîkayê hene.

Derbarê hawirdekirina gaza şilkirî ya Amerîka ji aliyê Tirkiyê ve, Wezîrê Bazirganiya Amerîkayê ragihand, “Hawirdekirina gaza Amerîka ji aliyê Tirkiyê ve roleke mezin di pêşxistina têkiliyên bazirganî navbera herdu welatan de dilîze. Ev dibe sedem ku pevguherîna bazirganî navbera Amerîka û Tirkiyê bo 100 milyar dolaran bilind bibe.”

Hawirdekirina gaza şilkirî ji aliyê Tirkiyê ve, ji herdu welatên Amerîka û Qeterê di şeş mehên yekem ên îsal de bi rêjeya ji sedî 45 zêde bûye.

Tirkiye hewl dide gaza ku bi boriyan ji Îran û Rûsyayê dikire kêm bike û li şûna wê, bi rêya keştiyan hawirdekirina gaza şilkirî ya Amerîkayê zêde bike.