Herêma Kurdistanê salane pêwîstî bi çi qas bacanên sor heye?

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li Herêma Kurdistanê, li 48 hezar û 550 donimên erdê, bacana sor anko temateyê hatine çandin, lê ji ber nebûna bazara temateyê xwemalî, cotkar bêzar bûne. Herêma Kurdistanê her sal pêwîstî bi derdora 185 hezar ton bacanên sor heye.

Her ji ber vê bê bazariyê, hinek ji cotkarên Herêma Kurdistanê, berhmê xwe berev nakin. Beşek ji cotkarên Herêma Kurdistanê jî ku berhemên xwe kom kirine, yan davêjin, yan jî bi zerer difroşin.

Li Herêma Kurdistanê 3 kargehên doşava temateyê hene, lê tenê kargehek kar dike, ew jî temateyê Îranî tîne û dike di nava qodîkan de û difroşe.

Wezîra Çavkaniyên Avê û Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê jî dibêje, bo sala bê wan plan heye ku her sê kargehên doşava temateyê bixin kar, lê berhema wan jî têrî pêdiviya navxwe nake.

Li Herêma Kurdistanê, di sala 2016 de derdora 188 hezar û 68 ton bacana sor tê bikaranîn, ku ji wê rêjeyê 86,205 ton li navxweyê Herêma Kurdistanê tê dabînkirin û 102, 862 ton ji deveyî welatî ve tê hawirdekirin.

Di navbera 2014 heta 2016an de rêjeya berhemanîna temateyê ciyawaz bûye. Sala 2014an 64,700 ton bacana sor, sala 2015an 60,700 ton û di sala 2016an de 86 hezar ton bacana sor hatiye berhemanîn.

Bikaranîna bacana sor li Herêma Kurdistanê di sala 2017 de daket bo 170,193 ton ku 83,107 ton li nav Kurdistanê û 87,086 ton ji bi rêya hawirdekirinê hatibû dabînkirin.

Sala 2018an jî, careke din rêjeya bikaranîna bacana sor li Herêma Kurdistanê bêtir daket û rêjeya wê gihîşt 164,977 tonan ku 66,029 ton ji navxweyê Herêma Kurdistanê û 98,948 ton jî ji derve hatibû dabînkirin.