Li Dîlokê cotkar ji bihayên fistiqan ne razî ne

25-08-2024
RÛDAW
Li Dîlokê cotkar ji bihayên fistiqan ne razî ne / Wêne: Ji dîmenan
Li Dîlokê cotkar ji bihayên fistiqan ne razî ne / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Dîlok Fistiq Biha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hilberînerên fistiqan ên li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, ji bihayê ku bazirgan ji bo fistiqên wan diyar dikin ne razî ne.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji bo guhdariya cotkarên fistiqan bike çû Dîlokê.

Cotkaran bi traktor û berhemên xwe rê girt û li benda Serokê CHPê Ozgur Ozel man.

Cotkaran ji ber kêmbûna bihayê fistiqan bi çalakiyekî nerazîbûna xwe nîşan da.

Cotkareke jin got:

“Ez cotkar û dayikek im. Bavê min bi vî zêrê kesk’ ez xwedî kirim.

Em û parêzgehên din ên derdorê jî zarokên xwe bi vî berhemî mezin dikin.

Em dixwazin hun xwedî li cotkaran derkevin. Sala borî nirxê fistiqan 500 lîre bû lş îsal daketiye 250 lîreyan.”

Hemû bazirgan bûne yek û bi hev re bihayan kêm dikin

Cotkarekî din bal kişand ser nebûna navendên kirîna berhemê fistiqan û got:

“Divê hikûmet dest bavêje vî karî. Berî niha li Dîlokê ofîsa fistiqan hebû û piştî biha diyar dikir, dikirî.

Niha êdî ev tişt nîne. Hemû bazirgan bûne yek û bi hev re bihayan kêm dikin û bilind dikin.

Dewlet jî li vê yekê temaşe dike. Mixabin şaredarî fistiqan dikire lê dîsan bi 250 an 310 lîreyan dikire.”

Serokê CHPyê guhdariya cotkaran kir û amaje bi wê yekê kir ku di desthilata AK Partiyê de saziyên cotkaran hatine jinavbirin û li gorî berjewendiya çend bazirganan keda cotkaran hatiye binpêkirin.

Ozgur Ozel wiha got:

“Berê Yekîtiya Guneydoguyê hebû û biha diyar dikir. Jixwe di bin wî bihayê de kesî fistiq nedifirotin.

Bazirgan jî neçar bûn zêdetirî wî bihayî bikirin. Wate ew bihayê diyarkirî parastina we bû.

Ji Tarîşê heta Fiskobirlik hemû yekîtî di dema CHPyê de hatin avakirin û ev hemû ji bo sûda cotkaran bûn.

AK Partî hat sala 2006an pişta Yekîtiya Guneydogu şikand û di sala 2022an de jî ew xist bin axê û ser wê girt. Êdî saziyeke ku fistiqan bikire nîne.”

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê ji sedî 95ê fistiqan li Bakurê Kurdistanê û ji sedî 5ê wan jî li bajarên Tirkiyeyê tên hilberîn.

Li Bakurê Kurdistanê fistiq bi rêjeya ji sedî 37,6an herî zêde li parêzgeha Rihayê tên hilberîn.

Piştî Rihayê li Dîlokê ji sedî 31 û li Sêrtê ji sedî 14,4ê fistiqan tên berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst