ITUC: Bila Tirkiye neçe IMFê

25-08-2018
RÛDAW
Nîşan Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî (ITUC) Tirkiye IMF
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî (ITUC) Sharan Burrow, da zanîn ku divê Tirkiye "rabirdûya wêranker" a Fona Navdewletî ya Dirav IMFê li ber çav bigire û bi planên dem kurt careke din venegere IMFê.

 

Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Navdewletî (ITUC) Sharan Burrow got, pêwist e "rabirdûya wêranker" a Fona Pereyan a Navdewletî (IMF) ya li Tirkiyê li ber çav bê girtin û Tirkiye bo başkirina ekonomiya xwe bi planên demkurt venegere IMFê.

 

Sharan Burrow li Brukselê ligel Serokê Giştî yê Turk-Îşê Ergun Atalay civiya û got: "Rabirdûya IMFê û polîtîkayên wê yên kemerşidandinê li ber potansiyela berhemdar a welatan dibe asteng. Rewşeke wiha, dibe ku bo malbatên Tirkiyê yên kar dikin bibe karesat."

 

Burrow, da zanîn ITUK dê ji bo parastina mafên ekonomîk û yên bingehîn ên karkeran li ser piştgiriya endamên xwe yên Tirk berdewam be û dijî her çalakiyeke ekonomîk in ku li ber mafê karkeran bibe asteng.

 

Serokê Giştî yê Turk-Îşê Ergun Atalay jî balkişande ser “şerê bazirganî” yê Serokê Amerîkayê Donald Trump û got: “Şerê bazirganî yê cîhanî bandoreke nerênî li ser qada kar dike û ji ber vê yekê em nîgeran in. Tedbîrên rêveberiya Trump dikare qada kar a karkerên Tirkiyê têk bibe û dibe bandora vê yekê tenê bi Tirkiyê ve sînordar nemîne.”

 

Atalay herwiha balkişande ser wê yekê ku şerê bazirganî û lîstokên li ser diwîzan ji bo siyasetvan û kompanyayên çavbirçî bûye firsendek.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst