Li Tirkiyeyê xwendina li lîseyên taybet ji sedî 300 biha bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, xwendina li dibistan û zanîngehên taybet li gorî par çend qatan biha bûye û li hinek dibistanan ji sedî 300 zêde bûye.

Li Tirkiyeyê giranî û enflasyonê, tevahiya qadên jiyanê daye ber xwe û ji xwarinê heta bi perwerdeyê her tişt biha bûne.

Piştî ku xwendina li zanîngehên taybet biha bû, li lîseyên taybet jî xwendina salane bi rengekî sosret biha bû.

Li gorî amar û agahiyên ku hatine belavkirin, li hinek lîseyan, xwendin ji sedî 300 biha bûye.

Her çiqasî, Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê hewla sînordarkirina rêjeya bihakirina wan lîseyan dide jî lê di rastiyê de, her dibistan û lîseyek bi dilê xwe bihayên xwe zêde dike.

Kolêja Robertê ku yek ji kolêjên navdar e, sala xwendina îsal li gorî par, ji sedî 134,7 biha kiriye û milyonek lîre derbas kiriye.

Sala borî xwendina li wê dibistanê, 446 hezar û 400 lîre bû.

Li Tirkiyeyê, dibistanên Amerîkî, Brîtanî, Almanî û Fransî hene û di wan de xwendin li gorî qanûnên wan welatan bi rê ve diçe.