Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nirxê şekir %67 hat bihakirin

25-06-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Bihayê Şekir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê şekir ji sedî 37 heta ji sedî 67 hat bihakirin.

Rêveberiya Giştî ya Fabrîkayên Şekirê yên Tirkiye ragihand ku wan ew şekira ku bi nirxek erzan difiroşin Marketên Çandinî û Krediyê ji sedî 67 û şekira bo marketên din jî difiroşin ji sedî 37 bihakiriye.

Bi vê yekê jî di di salek dawî de nirxê kîloyeke şekirê ji 6 lîre û 5 quruşan gihiştiye 24 lîreyan, çewalê 50 kîlo jî ji 220-250 lîreyan gihiştiye hezar û 1100 lîreyan.

Piştî vê bihakirinê nirxê çewaleke 50 kîlogram a şekirê ji 27ê Hezîranê û şûnde ji fabrîkayan bo Marketên Çandinî û Krediyê  li şûna 390 lîreyan bi 650 lîre tê firotin û bo marketên din jî li şûna 550 lîreyan bi 750 lîreyan tê firotin.

Ev di demekê de welatiyan ji bo kirîna wê şekira erzan di çend rojên borî de li Enqereya  paytexta Tirkiye û parêzgeha Dîlokê bi kom serdana wan marketan kiribûn û qelabalixiyek zêde li ber deriyê wan marketan çê bibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst