Karsazên Kurd li Rûsyayê ji ber bilindbûna nirxê Rûble kêfxweş in

25-06-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Karsazên Kurd Rûsya Rûble
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li borsaya Moskowê nirxê Dolarek daketiye bin 55 Rubleyan. Ji meha Hezîrana sala 2015an ve cara yekêye ku dirava Rûsî beramber diravên Amerîkî û Ewropî ewçend giran dibe.

Darayîzan dibêjin, giranbûna Rûble ji bo welatiyan başe, ji ber ku buhaya kelûpelan erzantir dibe. An ku deflasyon çê dibe. Lê deflasyon ji bo karsaz û hilberîneran metirsî ye.

Serokê Departmana Darayî ya Navenda FINAMê Yaroslav Kabakov got "Giranbûna Rûble, bêguman dikare karîgeriyeke neyînî li dahatên budceyê bike. Lê di van mercan de ya xirab ew e ku qebareya hawirdekirin, an ku anîna kelûpelan bo bazara Rûsyayê kêmtir dibe. Dema ku qebareya hawirde mezin be, dê nirxê Rûble dîsa lewaz bibe."

Li Rûsyayê nêzî 30 sale ku hejmareke mezin karsazên Kurd ên ji Bakûrê Kurdistanê karê tekstîlê dikin.

Wan di bazara tekstîlê de êdî ciyê xwe girtiye. Lê çend mehên dawî, ji ber şerê li Ukraynayê  kar li vê sektorê jî hema bêje gihiştibû ber têkçûnê.

Karsazê Kurd Yaqûb Hesesorî diyar kir “Muşteriyên me memnûnin ku dolar ketiye lê he jî nizanim pereyên wan tinin an jî pere di piyasayê de kêm e, kirîn zêde nakin. Bandora wê ji bo xebata me baş e. Ji bo me baş e lê ez bawer dikim li vê derê ewşa Rûsyayê tevlihev e loma jî ditirsin kirîn bikin. Ji ber vê sedemê van rojan xebat hinek kêm e.”

Nûrî Bazîdî zêdetir ji 20 sala ku li Moskowê kar dike. Hema bêje li hemû herêmên Rêsyayê kirryarên wî hene.

Karsazê Kurd Nûrî Bazîdî diyar kir “Em malên xwe ji derve tînin, li derve bi dolar distinîn. Em malên xwe tînin vê derê lojîstîka xwe bi dolar didin û li vê derê bi Rûble difroşin. Erê dolar nirxê wê li hember Rûblê kêm bûye, Rûble biha bûye bihêz bûye rind e lê mesrefên me jî zêde bûne. Em nizanin pêşiya me wê çewa bibe. Ambargoyeke çetîn li ser Rûsyayê heye. Rûsya jî pêşiya xwe nabîne, em jî pêşiya xwe nabînin.”

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê ragihand ku hikumet kar dike nirxa Rûble vegerîne 70-80 Rûble serî Dolarekî. Lewre bi ya hikumetê, ji bo aboriya Rûsyayê ev rêjeye herî guncan e.

Lê karsaz nîgeranin ku eger Dolar bibe 80 Rûblî, dê buhaya kelûpelan dîsa bilind bibe. Û ev yek jî karigeriyeke negatîv li tevahiya bazarê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst