Herêma Kurdistanê ji Şemiyê ve dest bi wergirtina genim ji cotkaran dike

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, îro sayloyên li Herêma Kurdistanê dest bi wergirtina genim ji cotkaran dikin, lê îro hat ragihandin ji ber ku rêkarên wergirtina genim ji cotkaran temam nebûne, wergirtina genim ji bo roja Şemiyê hatiye paşxistin.

Rêveberê Bazirganiya Dexlûdanê yê Duhokê, Nazim Etrûşî ji Rûdawê re ragihand, biryar bû îro li parêzgeha Duhokê wergirtina genim ji cotkaran bihatiba destpêkirin, lê belê ji ber rêkar û belgeyên ku Wezareta Çandiniyê ya Iraqê xwestibûn, temam nebûne, wergirtina genim ji cotkaran bo roja Şemiyê 27ê Gulanê hat paşxistin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganî yê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Newzad Kamil pêştir ji Rûdawê re ragihandibû, 40 milyar dînar li ser hesabê bankê yê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê hatiye zêdekirin, daku piştî wergirtina genim bi çend rojan pere li ser cotkaran bê belavkirin.

Îsal ji bo her tonek genim 850 hezar dînar hatiye destnîşankirin, wate ji bo her kîloyeke genim 850 dînar. Hatiye ragihandin, piştî wergirtin û kirrînê jî dê pişkinîn bo kalîteya genim bê kirin.

Li gor Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îsal dê 375 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê bê wergirtin.

Bêgerd Talebanî: Diyarkirina rêjeya wergirtina genim ziyanê digihîne cotkaran

Wezîra Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di konferanseke rojnamvanî de ragihand, ji ber îsal li Herêma Kurdistanê asta baranbarînê baş bû, berhema genim ji salên bihorî baştir e.

Bêgerd Talebanî herwiha got, hikûmeta navendî bi diyarkirina rêjeya wergirtina genim ziyanê digihîne cotkarên Herêma Kurdistanê.

Sala bihorî li Herêma Kurdistanê 320 hezar ton genim û her tonek genim bi 850 hezar dînar ji cotkaran hatibû kirîn.

Tê texmînkirin ku îsal ji ber başbûna rêjeya barîna berf û baranê, berhema genim baştir be.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst