Li Amedê rojane 50 heta 60 kîlo zêr tê firotin

25-05-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ji bo geşkirina bazara zêran li nava Amedê weke dermanxaneyan sîstema nobedariyê anîne
Ji bo geşkirina bazara zêran li nava Amedê weke dermanxaneyan sîstema nobedariyê anîne
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê rojane 50-60 kîlo zêr tê firotin. Mehane derdora tonek û nîv zêr li Amedê tê kirîn û firotin. Mehane 500-600 kîlo zêr jî ji Amedê bo derve tê şandin. Rêveberên zêringeran dibêjin wan weke proje daye ber xwe ku mehê tonek 2 ton zêr bifiroşin derveyî Amedê. Ji bo geşkirina bazara zêran li nava Amedê jî wan weke dermanxaneyan sîstema nobedariyê aniye.

Li bajarê Amedê êdî weke dermanxaneyan di zêringeriyê de jî sîstema nobedariyê hate danîn. Rojên yekşeman ku li Bakur roja betlaneyê ye, ji bo zêringeran êdî roja xebatê ye. Vê rojê li Sûka zêringeran dê 7 dikan û li her navçeyek jî 2 dikanên zêran vekirî bimînin.

Sûka zêringeran a Amedê ku li navçeya dîrokî Sûrê ye, nêzî 100 zêringer hene. Li gorî zêringeran fêdeya sîstema nobedariyê ji bo her zêringerek heye. Nexasim jî ji bo geştiyaran. Îcar çi kêm û çi jî zêde...

Zêringer Hesen Tokur dibêje: “Mesela roja yekşemê tev girtî ne. Eger wê rojê yek vekirî be, pêdiviya mirovan hebe, mirov tên pêdiviya xwe distînin. Fêdeya wê jê re heye.”

Zêringer Ozcan Arslan jî got: “Sîstema nobetê jixwe ji 2-3 mehan carekî ye. Zêde fêdeya wê tune ye.”

Zêringer Rifat Aydin jî da zanîn ku her hefte dora yekî ye û got: “Heft heşt mehan carekî tê delaltir dibe.”

Zêringer Evdilqadir Başegmez jî got: “Hêj nobeta min nehatiye ez nizanim. Lê ku bibe baş dibe. Em ê memnûn bin.”

Xwediyê  sîstema nobedariyê Serokê Odeya Zêringerên Amedê DÎKOyê Mihemed Yuksel e. Li gorî gotina wî li bajarê Amedê rojane di navbera 50-60 kîloyî de kirîn û firotina zêran dibe. Ev mehane dike derdora tonek û nîv. Zêrên ku ji derve tên û yên ku ji derve re têne şandin jî ne tê de ye.

Serokê DÎKOyê Mihemed Yuksel jî got: “Li derveyî bajarê Amedê jî 500-600 kîlo yên me diçe derve. Em dixwazin vê jî bikin tonek, du tonan û hinardeyî derve bikin. Projeyên me ji bo hinardekirinê heye. Di demeke nêzik de em ê vê jî pêk bînin.”

Bajarê Amedê di aliyê karkeriya çêkirina cureyên zêran de her çiqas bajarekî sereke jî be di hêla hilberîna zêr de hêj negihiştiye asta bajarên weke Dîlok û Mereşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst